Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, amaje bi wê yekê kir ku erdheja vê dawiyê ne tenê lawaziya avahiyan li deverên di bin kontrola rijêma Esed de, ji ber gendeliya bazirganên avahiyan û nebaşiya keresteyên avakirinê, ku tevî dûrbûna wan deveran ji navenda sereke ya erdhejê ew avahî hilweşiyan, eşkere kir, wê erdhejê gendeliya ku di saziyên navdewletî de heye jî diyar kir.
Û Elasîmî got ku hebûna kesên ser bi serokê rijêmê Beşar Esed ve di rêxistinên navdewletî de, nîşana bêrêzîya ji xwîna sûriyên ku li ser destê rijêma Esed û dezgehên wê yên ewlekarî û leşkerî hatine kuştin re ye, û tekez kir ku pejrandina kesên girêdayî Beşar Esed di ofîsên rêxistinên navdewletî de nayê qebûlkirin û daxwaza nirxandineke nû ji wê rewşê re kir.
Û rojnameya “Financial Times” a Brîtanî, anîbû ziman ku erdheja vê dawiyê ya ku li Tirkiye û Sûriyê rûdaye, asta tevlêbûna rijêma Esed di nav rêxistinên navdewletî de eşkere kir, û bal kişand ser hebûna karmendên nêzîkî Beşar Esed di ofîsên alîkariyê yên Netewên Yekbûyî de.
Û rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku keça “Husam Loqa” Serokê Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Sûriyê, yê ku ji aliyê Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê ve ji ber binpêkirina mafên mirovan hatiye cezakirin, di Ofîsa Sendoqa Navendî bo Bersiva Lezgîn ya Netewên Yekbûyî ya li Şamê de kar dike.
Û rojnameyê diyar kir ku sistbûna gihandina alîkariyên navdewletî bo deverên rizgarkirî piştî erdhejê, rewşa şêwazeke rêbazkirî ku rijêma Esed di derfetdîtina alîkariyan de bikar tine, ji bo neçarkirina Netewên Yekbûyî û saziyên hawarçûnê li ser ku kar li gor bercewendiya rijêmê û hevkarên wê bikin, diyar kir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî paşvemana Netewên Yekbûyî û rêkxistinên wê li hember bobelata erdhejê a mezin ya ku li bakurê rojavayê Sûriyê xistiye û bi sedên avahiyan wêran kirine û bi sedan qurbanî li paş xwe hiştine şermezar kir, ji ber ku Netewên Yekbûyî tevî mezinbûna bobelatê çi alîkariyek pêşkêş nekir.
Û Hevbendiya Niştimanî rexne li bihaneya ku Berdevka Komisyona Penaberan pêşkêş kiriye kir, û daxwaza vekirina lêkolînekê li ser egera danûstandina neyînî ya Netewên Yekbûyî û saziyên wê bi bobelata erdhejê re, û têkçûna wê di kêmkirina ziyanên wê li deverên rizgarkirî kir, ji ber ku li şûna alîkariyan bide wan deverên ziyan dîtine ji rijêma kujer re şandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî