Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, helwesta gelê Sûriyê bi redkirina hemû hewlên asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re anî ziman, û tekez kir ku nêzîkbûna ji rijêma ku ajandeya wê ya Sefewî tenê kîn û nefreta dijî deverê û gelên wê hildigre, dê tenê nearamiya ewlehî ji dewletên deverê re bîne, û rola Îranê û kîna wê li ser dewletên bira û gelên wan zêdetir dike.
Û Elmislit tekez kir ku rola ku rijêma Esed, yaku peywendiya di navbera wê û Tehranê de pîroz dibîne dilîze, heman rola çekdarên Hizbullaha Libnanî û milîsên Hûsî li Yemenê ye, ji ber ku ew tenê alav in, û dê tenê xizmetkar û cîbicîkerên ejindeyên Weliyê Feqe yê Îranê bin.
Û Elmislit got: “Baweriya me bi niyetên pak ên bira û dostên me derbarê gelê Sûriyê heye, û em helwestên wan bilind dinirxînin, û em tekez dikin ku ger Sûriyê ji ejindeyên xwe yên sefewî ên kîndar ên ku rijêma Esed hildigre paqij nebe, nikare vegere hembêzgeha xwe ya erebî, û ev yek bi hebûna vê rijêma ku ji Îranê re kar dike pêk nayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî