Serokê hevbeş yê komîteya destûrî ya sûrî endamê desteteya siyasî di hevbendiya niştimanî ya sûrî de hadî elbehra, tekez kir ku pêkanîna aşteyeke domdar li sûriyê dê piştî misogerkirina serweriya yasayê û mafên mirovan û cîbicîkirina dadmendiyê û sizakirina tawankarên cengê yên ku sûriyan li ser destên wan derdeserî kişandine çêbibe.
Û di twîteke xwe de li ser Twitterê, Elbehra eşkere kir ku ev yek tenê bi rêya veguhestineke siyasî ya berfireh û vebir li ser bingeha biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û ragihandina Cinêvê ya sala 2012an pêk tê, û tekez kir ku tenê ew dikare rewşê bighîne aştiya rasteqîn li welat.
Ji aliyê xwe ve endamê Hevbendiya Niştimanî Hafiz Qerqût, tekez kir ku mana Esed û rêjîma wî sedema parçekirina Sûriyê ye li ser binyada pêkhateyan û ne faktera yekîtiya welêt in.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Yasir Delwan jî tekez kir ku ti çareserî li Sûriyê nîne bêyî jinavbirina terorê ji herêmê, û got ku divê tu kes ji bîr neke ka kî li pişt kuştina serokwezîr Herîrî bû, û kî li pişt piştgirîkirina tevgerên cudaxwaz ên terorîst ên dijmin bû, û kî bû sedema bêserûberî û tirsandinê li hemû dewletên herêmê, yên ku bûn sedema belavbûna keresteyên hişber û koçberbûna welatiyên Sûriyê û têkdana hevsengiya niştecîbûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî