Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehra berî çûna xwe ya Qahira îro, înê, bo hevdîtina Razgirê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl Elerebî û Wezîrê Derve yê Misrî Samih Şikrî tekez kir ku gelek mijar di vê serdanê de wê werin guftugokirin, wê rewşa Sûrî ya niha, pêşveçûnên siyasî, û nûçeyên belav bûne li ser kongirê Mosko û kongirê diyalogê li Qahirayê û mijarin dî gotûbêj bibin.
Behra destnîşan kir ku wê pilana Dî Mîstora jî ji hemû aliyan ve, û pêwistiya ku ev pilan beşek ji çareseriya siyasî hevgirtî be bo bidawîkirina tundiyê li Sûryayê gotûbêj bikin. Ji hêleke dî ve Serokê Hevbendiyê tekez kir ku guftugokirina rewşa revenda Sûrî li Misrê ji pêşindeyên wî ye, bo çareserkirina rewşa xwendevanên Sûrî xwediyên bawernameyên bilind û xwendevanên ku li zankoyên Misrî qebûl bûne, û li hêviya nîşankirna derbasbûnê ne, û bilezkirina pêrabûnên wê, û rewşa Sûriyên koç bûne Ewropa û ji bêçarî bi awayekî ne rewa derbas bûne Misrê.
Behra duh di hevdîtineke xwe de bi kenala Rûsya Elyewm re got ku Misr û Rûsya guh didin aktîvkirina çareya siyasî, û sozan bo piştgiriya wê didin, û weha jî got: ” Me ji Rûsya xwest ku yek ji wan welatên piştgirên diyaloka Sûrî – Sûrî be”. Û tekez kir ku:” Ev diyalog di nav hemû pêkhateyên Sûrî de ye, û nayê wateya ku em li ser nerîn û armanca dûmahiyê di vegheztina siyasî ber bi dimuqratî û piralîbûnê ciyawaz in. Hemû li ser vê armancê dibin yek, tev ku awayên gihiştinê ji hev cuda ne. Hevbendî bi ser hemû aliyan vekirî ye, tu dergehên girtî bo diyaloga li ser awayên veguheztina siyasî tune ne, ev veguhestina li ser hilbijartina komeleyek damezirêner, û dûbarekirina nivîsîna destûrê di rewşin bêlayen û aram de wek ku Sûrî dixwazin ava dibe “.
Serokê hevbendiyê weha berdewam kir:” Em bi Rûsan re lihev hatin ku Cinêv1 mîna lêvegerekê ji diyaloga Sûrî – Sûrî re çarçoveya guftugoyê be “.
Hjêder: Hevbendî