Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, got ku berdewamiya armanckirin û bombebarankirina sivîlan li bajarê Idlibê, nîşana mana rijdiya rijêmê li ser rêbaza pêkanîna tawanên cengê ye, her wiha rijdiya rijêmê li ser hiştina mirin û wêrankirinê li Sûriyê diyar dike.
Û Elbehra tekez kir ku berdewamiya bombebarankirina sivîlan ji aliyê rijêma Esed ve, bêrêzî ji yasayên navdewletî re ye, û peyamek ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê û civaka navdewletî re ye, ku ew yekçar guh nade biryarên wan, û bersivek e li ser bêdengiya wan hember tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê yên ku rijêm bi awayekî rojane pêk tîne.
Û Elbehra anî ziman ku her kesê pêkaniya sepandina çareseriyên ewlekarî û leşkerî bawer bike, şaş e, û kesê ku bawer bike ku paşguhkirina maf û daxwazên Sûriyan di civînên navdewletî de, dê bandorê li rijdiya sûriyan li ser vegerandina mafên xwe yên mirovî û yasayî û pêkanîna dadweriyê û sizakirina tawankarên cengê û cîbicîkirina biryarên navdewletî û yên herî girîng herdû biryarên 2118 û 2254 bike, ew jî şaş e.
Tê zanîn di rojên bûrî de, gurkirina leşkerî ji aliyê hêzên rijêmê û Rusya ve dijî bakur û rojavayê Sûriyê, bû sedema şehîdbûna 62 kesan û birîndarbûna 255 kesan, ji destpêka heyva çirîya pêşîn ya niha de, hevdemî li gel derketina pêleke derbideriya mezin ku bû sedema têkbirina piroseya perwerdeyê û rewşa jiyanê.
Û çalakvanan anîn ziman ku gurkirina ku deverên jiyandarî û sivîl armanc kirine, ziyan gihand 13 dibistan, 5 mizgeft, 5 bazar, 5 nexweşxane û navendên bizîşkî, 4 navendên Berevaniya Sivîl ya Sûrî û 5 kampan, her wiha du carî êrîş li ser wêstgehên avê û êrîşek li ser wêstgeha elektrîkê pêk hatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî