Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî li Gel Encûmena Êl û Eşîran li Serê Kaniyê Dicive

October 27, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî li Gel Encûmena Êl û Eşîran li Serê Kaniyê Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û endamên Desteya Siyasî û Desteya Giştî, civînek li gel Encûmena Êl û Eşîran li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê parêzgeha Hesekê li dar xistin, û bi şêx û mezinên deverê re civiyan.

Û ji aliyê Hevbendiyê ve endamên Desteya Siyasî Ebdulehed Istêfo, Ebdulbasit Ebdulletîf û Mihemed Elî Îsa û Endamên Hevbendiyê Hisên Elre’ad û Amir Elbeşîr, her wiha Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Elkeleş amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola giring a Encumena Êl û Eşîrên Sûrî di parastina aştiya civakî û çareserkirina nakokiyan de kir, û cext kir ku Êl û Eşîrên Sûrî berê û niha jî ji giringtirîn sembolên civaka Sûriyê ne.

Û beşdaran di civînê de rêyên başkirina ketwarê jiyanê li deverê û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên ku xelkê devertê tûşî wan dibin gotûbêj kirin, her wiha peydakirina derfetên kar û piştgirîkirina vekirina pirojeyên nû yên ku dever hewcedarî wan e.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, amaje bi wê yekê kir ku qebareya pêdawîstiyan li deverê pir mezin e, û pêwîstiya wê bi xebata sazî û hêzên aborî, ji hêla herdû sektorên giştî û taybet ve, bi awayekî hevrêzkirî û tam heye, ji bo çakkirina ketwarê jiyan û xizmetguzariyê li seranserê deverê.

Û bal kişand ser pêwîstiya destpêkirina destnîşankirina pirsgirêkan û karkirina bi hev re ji bo dîtina çareseriyên guncav ên gengaz, nemaze ji ber ku dever gelekî bi samanên xwe yên ku ji salan ve winda dibin zengîn e, û got ku Hevbendiya Niştimanî dê bi erkê xwe li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û hevparên xwe rabe, ji bo ku van hewcedariyan çareser bikin.

Û Elbehra tekez kir ku berdewamiya hevkarî û hevrêziyê dê bandoreke wê ya erênî li guhertina ketwarê Sûriyê hebe, û dê sûda wê li piroseya siyasî ya danûstandinê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê jî hebe.

Û amadebûyan behsa rewşa dijwar a nişteciyên Serê Kaniyê û deverên derdora wê nemaze xerabiya rewşa aborî û perwerdeyê kirin, û cotkaran daxwaza alkîariyê ji bo piştgiriya sektora çandiniyê û vekirina rê li pêşiya cotkaran ji bo hinardekirina berheman, her wiha vejandina pompeyên li qiraxa çemê Xabûr û kartêkerkirina bîrên derdora wê kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî li Gel Çalakvanên Sivîl li Bajarê Serê Kaniyê li Gundewarê Hesekê Dicive

Hevbendiya Niştimanî li Gel Çalakvanên Sivîl li Bajarê Serê Kaniyê li Gundewarê Hesekê Dicive

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.