Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra û Şandek ji endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encumenê Xwecihî yê bajêr, hevdîtinek li gel nûnerên saziyên civaka sivîl û çandinkar û karsaz û ciwan û kesayetên çalak li bajarê Serê Kaniyê yê gundewarê Hesekê duh nîvro di navenda kultûrî ya bajêr de li dar xistin.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî Ebdulehed Istêfo, Ebdulbasit Ebdulletîf û Mihemed Elî Îsa û Endamên Hevbendiyê Hisên Elre’ad û Amir Elbeşîr, her wiha Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Elkeleş pêk dihat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, pilana karê Hevbendiyê û nerîna wê bo qonaxa dahatî ya ku têde tekezî li ser pêwîstiya ku qonaxa were qonaxeke hevbeşî û hevtemamkirinê be di navbera tevaya saziyên şoreşê û kombend û yekîtiyên wê û saziyên civaka sivîl de, û cextî li ser giringiya karê ji bo guhertina ketwarê Sûrî û rûbirûbûna astengiyan da ku rewşa debara jiyanê ya sûriyan li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê çaktir bibe kir.
Û Elbehra avakirina pletforma Civaka Sivêl ya ku nû hatiye ragihandin pîroz kir, û tekezî li ser pêwîstiya hevrêzkariyê di navbera tevaya saziyên li deverên rizgarkirî dixebitin ji bo ku bighêjin çareyên ku derdeseriyên sivîlan sivik bikin kir, û piştî wê berve çakkirina ketwarê deverê û gerşpêdana wê biçin.
Û Elbehra diyar kir ku di heyama dahatî de dê workşopên kar li dar bikevin, da ku pirsgirêk bi awayekî hûrbîntir bên destnîşankirin, û piştre kar li ser dîtina çareyên guncav ji wan pirsgirêkan re bibe, û erkan li ser tevaya saziyan belav bikin.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dê bi pêwendiyan li gel saziyên Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî rabe, ji bo ku dorpêçkirina ku li ser deverê hatiye sepandin derbas bikin, û rewşa aborî û civakî di bajêr de kartêker bikin.
Û Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Elkeleş li ser firotina berhemên çandiniyê û giringiya wê sebaret bi cotkaran û sektora çandiniyê axivî, lê di heman demê de tekez kir ku karînên Hikûmeta Sûrî ya Demkî sînordar in, û nikare temamê berhemên çandiniyê li deverê bikire.
Ji aliyê xwe ve Cîgira Seroka Pletforma Civaka Sivîl Menar Elmirî, derbarê platformê axivî, û eşkere kir ku platform ji yanzdeh saziyên civaka sivîl yên ku li bajarê Serê Kaniyê dixebitin pêk tê, û bal kişand ser ku ew bi xwirtî kar dikin ji bo pêwwendiyan li gel saziyên navdewletî li dar bixin, û dorpêçkirinê ji ser veverê rakin, kar dikin.
Û cext kir ku pêkhatên Sûrî yên li Serê Kaniyê tev bira ne, û ti nakokî di navbera wan de tune ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî