Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li gel nûnerên Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî li ofîsa Kombendê li bajarê Efrînê civiya, û bi hev re pêşhatên siyasî yên dawî di dosya Sûriyê de, û kiryarên ku rijêma Esed û hevalbendên wê û milîsên PYDe yên terorîst dijî gelê Sûriyê pêk tînin gotûbêj kirin.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji endamên Desteya Siyasî: Behcet Eletasî û Mihemed Qedah û endamên Hevbendiyê: Esed Elîto û Mihemed Mixlif pêk dihat, û ji aliyê rêveberê nivîsgeha Kombendê û endamê Hevbendiya Niştimanî Azad Osman û hejmarek ji endam û kadroyên Kombendê her wiha giropin ji xelk û niştecihên Efrînê ve hatin pêşwazîkirin.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî rola mezin ya Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî li deverên rizgarkirî bi taybet li bajarê Efrînê derbarê vegera xelkê Efrînê bo gund û malên xwe bilind nirxand, ji ber ku hejmarek mezin ji xelkê Efrînê hîn li bal PYD di kampên serçemandinê de li devera Şehbayê dorpêçkirî ne, û wan ji bo ajendeyên xwe yên teroristî bikar tînin.
Û birêvebirê nivîsgeha Kombendê Azad Osman, tekezî li ser xurtkirina peywendî û hevrêziyê di navbera hemû sazî û çalakiyên li deverên rizgarkirî û Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê de kir, û bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina karê ragihandinê yê Hevbendiyê da ku karibe tawanên rijêma Esed li deverên rizgarkirî û nemaze operasyonên bombebarana bêserûber bişopîne.
Û bal kişand ser giringiya kar ji bo miştûmirkirina bizavan û yekkirina xebatan bo xizmetkirina gelê Sûriyê û hemû mezheb û pêkhateyên deverên rizgarkirî, û bidawîkirina rewşên binpêkirina yasayê û destdirêjiya li ser mal û milkên welatiyan ya ji aliyê hin kesên bênihad ve pêk tê , û wan radestî dadgehan bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî