Gihiştina giropên xelkê bo qada Elkerame li navenda bajarê Siwêda îro duşemê berdewam kir, da ku beşdariyê di xwepêşandanên aştiyane yên daxwaza guhertina siyasî û barkirina rijêmê û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 bikin.
Û xwepêşanderan îro duşemê pankart bilind kirin, û li ser hinan hatibû nivîsîn: “Em li gel Gezayaê û xelkê wê û tevaya Filestînê ne”. “Jikarêxistina biryarên navdewletî cengekê dafirîne, û jikarêxistina dadweriyê dikatoriyê çêdike”. “Hewil dan ku me binax bikin, lê nizanîbûn ku em tov in”. “Qada Elkerame dengê maf e di dilê me de”. “Dengbilindî û hêrsa me ya îro, hêminî û aştiya sibe ye”.
Tê zanîn ku xelkê parêzgehê di xwepêşandanên duh yekşemê de, peyvên hunermendê Sûrî yê koça dawî kiriye Meşhor Xêzeran lawê parêzgeha Siwêda vegotin, yê ku duh yekşemê di temenê 77 de koça dawî kir, û rehmetî li ser serokê rijêmê gotibû: “Serokê şêlandinê ye.”
Û hunermendê koçkirî berî du hefteyan di xwepêşandanekê li dijî rijêmê de li gundê xwe “Hot” helbestek xwendibû, û têde tekezî li ser daxwazên gel di guhertina siyasî de û daxwaza berdewamiya xwepêşandanan ta ku ew daxwaz pêk werin, kiribû.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî