Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, tekez kir ku rijêma Esed hewldanê dike ku baweriyê bi cîhanê re çêbike ku danûstandin bidawî bûne, û rola Netewên Yekbûyî nemaye, û bizavê dike ku xwe weke desthilateke defakto bide pejirandin, û Elbehra cextî li ser giringiya zindîmana pirosesa siyasî kir, û destûrnedana rijêmê ku biryarên navdewletî yên girêdayî bi karûbarê sûriyê piştguh bike.
Û di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Elerebî Elcedîd, Elbehra got ku armanca rijêmê piştguhkirina tevaya pirosesa siyasî û bidawîanîna wê ye, da baweriyê bi cîhanê re çêbike ku rêça Cinêvê û danûstandina bi rikberiya Sûrî re bidawî bûye, û ti rola Netewên Yekbûyî ya bileyze nemaye, û divê çareserî di riya rijêmê re be.
Û got ku rijêma Esed ne li danpêdana bi rewaya xwe digere, ji ber ew dizane ku nerewa ye, û dewlet nema danûstandinê pêre dikin, lê bizavê dike ku xwe weke desthilateke defakto bisepîne, û bal kişand ser ku armanca wê tenê ew e di desthilatê de bimîne, û pêvajoya nûavakirinê dest pê bibe, daku ew û gendelên li derdora xwe careke din dest bi talankirina welêt bikin.
Û Elbehra tekez kir ku tiştê niha li hember wê pilanê radiweste, mana pirosesa siyasî ya Cinêvê li gorî biryara 2254 e, û rênedana piştguhkirina wê weke take-çarçoveya çareya siyasî ya ku hêviya domandinê tê de heye, û cext kir ku çalakmana doza Sûriyê di Encumena Ewlekariyê de, giringiyeke wê ya mezin heye, da hêviyên gelê Sûrî û daxwazên gelê wî yên dadmendiyê û veguhastina siyasî piştguh nebin, û rê nedin hin dewletan ji bo çûna berve pejrandina rijêmê weke desthilata defakto.
Û diyar kir ku rijêma Esed dê di astengkirina karê Komîteya Destûrî û her karê bi armanca dîtina çareya siyasî de berdewam be, û cext kir li ser ku çênabe rijêm beşek ji dariştina pirojeya destûrê be, ew pirojeya stemkariyê û tawanê bidawî bîne, û gel bike xwedanê serweriyê û jêdera hemî desthilatan.
Û bal kişand ser ku prosesa Cinêvê nahêle rijêm bi tenha xwe nûnertiya dewleta Sûrî bike, û daxwazên şoreşê yên rewa li dar dihêle, û nahêle ku rijêm weke desthilateke defakto were pejrandin, û daxwazên gel û hêviyên wî yên ku ji bo wan serî hildaye zindî dihêle, û got: “Niha danûstandin bi civaka navdewletî re li dar dikevin, ne bi rijêma ku hêvî têde tuneye û armancên wê yên xerab eşkere bûne re.”
Û Elbehra berdewam kir û got: “Me dest ji biryara 2254 bernedaye û em dest jê bernadin, her weha em bi guhertina lipeyheviya pêşindeyên wê yên ku dê piştî gihiştina çareya siyasî dest pê bibe razî nabin, ji ber ku eger ne bi wê lipeyheviyê be cîbicî nabe”, û got: “Saziyên şoreş û rikberiyê tucarî xwe paşde nahêlin çaxê sitandina biryara guncaw yaku xizmeta gel û niştiman di dema guncaw ya nêz de bike.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî