Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku ji Netewên Yekbûyî tê xwestin ku bi dadmendî têkiliyê bi sûriyan re bike û piştgiriyê bide wan, bêyî ku li bikaranîna mafê retkirinê VETO ji hêla Rûsiya ve binhêre, nemaze piştî biryara Komeleya Giştî ya rê dide ku di dema deh rojan de piştî bikaranîna mafê retkirinê di Encumena Ewlekariyê de ji hêla yek ji pênc dewletên herdemî ve bicive.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyekê de bal kişand ser ku gelê Sûriyê çavrêyên sê rûniştinên Encumena Ewlekariya Navdewletî ne, yên li ser Sûriyê di heyva gulanê ya niha de, ya derbarê rewşa mirovahî di 20 gulanê de ye, û ya çekên kîmawî di 23 gulanê de ye, û ya rewşa siyasî di 31 gulanê de ye, û tekezî li ser giringiya van hersê dozan di doseya Sûriyê de û giringiya liveke navdewletî di wê derebarê de di riya durust de kir.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza karê cidî û mafdanî di doza Sûriyê de ji dostên gelê Sûriyê kir, daku berjewendiyên sûriyan misoger bike, di riya paşxwehiştina VETOyê Rûsî û Çînî re, yê ku bi dirêjiya salên berê bo berjewendiya rijêma Esed bi kar hatiye, û nehiştiye ku çi pêşketin di doseya sizakirina vê rijêmê de çêbibe, dijî xwîna sûriyên azadî xwestine.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku rê li pêşiya dewletên dost û hevalbend xweş û bê VETO ye daku mafê gelê Sûriyê yê ku derdeseriyeke bêhempa bi dirêjiya deh salên bûrî li ser destê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê jiyabû, yên ku bi hezaran tawanên cengê û qirkirinê dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, û komkujiya taxa Eltedamun li Şamê tenê nimûneyek e ji bihezaran komkujîyên ku bi xwîneke sar dijî sivîlên bêguneh pêk hatine.
Û Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya sizakirina rijêma Esed li ser tawanên ku pêk anîne tevî tawanên ku çekên kîmawî têde bikar anîne kir, û ku rijêmê ji tevaya saziyên navdewletî biqewtîne, ji ber ku ne nûnerê gelê Sûriyê yê rewa ye.
Û daxwaza liveke çalak ji bo serbestberdana tevaya girtiyên di zîndanên rijêmê de kir, û bi rijêmê re li gorî beşê heftemîn bide û bistîne, daku dadweriya navdewletî pêk were, û derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bi awayekî berdewam be, daku gihandina wan alîkariyan bo malbatên Sûrî dûrî diziya rijêma Esed misoger bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî