Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres, û Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî Ebdellah Elşahid, û Seroka Encumena Ewlekariyê ya Xola Niha Balyoza Emerîka ya Herdemî di Netewên Yekbûyî de Linda Thomas-Greenfield, derbarê komkujiya taxa Eltedamun yaku rojnameya The Guardian ya Birêtanî hûrgiliyên wê eşkere kirine kir.
Û Elmislit di yadnameyê de, tekez kir ku ev komkujî ne ya tenha ye, ji ber ku sûriyan derdeseriya bi hezarên tawanan dijî mirovahiyê yên ku rijêma Esed bi awayekî rêbazkirî pêk anîne kişandine, û hîna hejmarek ji tawanên pêkhatine û nehatine diyarkirin piştî ku bêdengî derbarê wan çêbûye û sizakirin û lêpirsîn dermafê yên pêkanîne çênebûne.
Û diyar kir ku rijêma Esed bizavê dike ku nîşanan winda bike, herweha hewldanên wê yên bêencam vê dawiyê ji bo çakkirina navê xwe li ser asta navdewletî, tevî ku raporên komîteyên lêpirsînê yên navdewletî tekez kirine ku rijêma Esed pabendî bi cîbicîkirina biryarên navdewletî nekiriye, û siyaseta rêbazkirî di binpêkirina mafên mirovan de û pêkanîna tawanên dijî mirovahiyê û tawanên cengê de berdewam e.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed bi tena serê xwe naxebite, û ew xwe dispêre piştgiriya Rûsiya di Encumena Ewlekariyê de û li ser zemînê jî di pêkanîna tawanan dijî sivîlan de, û bal kişand ser ku berdewamiya êrîşên Rûsî li Sûriyê di heman dema êrîşên wê li ser Okranya de, li ser civaka navdewletî ferz dike ku bi awayekî çalak bilive, û pabendiyê bi erkên xwe yên parastina aştî û ewlehiya navdewletî bike, li gorî madeya yekemîn di Peymana Natewên Yekbûyî de.
Û Elmislit daxwaza vexwendina lidarxistina rûniştineke awarte di Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de bo gengeşekirina pêngavên ku divê bistînin bo lêpirsîna rijîêma Esed kir, û rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed hilîne, û rijêmê bikşîne Dadgeha Tawanên Navdewletî li gorî nîşanên nû yên ku di rojnameya The Guardian de belav bûne, her weha li gorî kiryarên rijêma Esed yên berdewam di qirkirina gelê Sûriyê de.
Û daxwaza amadekirina reşnivîsa biryarekê bo Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî kir, li gorî biryara Komeleya Giştî ya yekîtiya ji bo aştiyê ya hejmar 377 yaku daxwazê ji rijêma Esed û Rûsiya dike ku çalakiyên xwe yên leşkerî dijî gelê Sûriyê yekser rawestînin, wek biryara vê dawiyê dijî êrişkariya Rûsiya li ser Okranya di adara bûrî de.
Û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya lezgîn bo bizavên têne kirin di warê pêkanîna veguhastina siyasî ya aştiyane de li Sûriyê kir, di riya cîbicîkirina tevaya daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê yên pêve girêdayî re, nemaze biryara 2118 û 2254 û biryarên komeleya giştî û xala 262/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî