Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, berê xwe dide Bruxellesa paytexta Belcîka, daku beşdariyê di kongirê şeşemîn yê bexşînkaran de bike, yê ku dê karên xwe roja duşema dahatî dest pê dike û bi dirjiya du rojan didome.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û Şandê Hevbendiyê dê hejmarek ji hevdîtinên giring li gel nûnerên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê li dar bixe, û behsa giringtirîn dozên bi doseya lêpirsînê û girtî û veguhastina siyasî û piştgiriya koçber û penaberan ve girêdayî bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya ku dewlet berpisyaryên xwe derbarê gelê Sûriyê hilgirin, û piştgiriya daxwazên gel ên azadî û rûmet û jiyana aştiyane bikin, û ji nû de li stratîciya xwe vegerin, û piştgiriyeke rasteqîn bo sûriyan pêşkêş bikin daku gelê Sûriyê li hember rijêma Esed û piştgirên wê û di serî de Rûsiya û Îranê raweste, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî