Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehre di hevdîtina Emîndarê giştî yê komkara Erebî Nebîl Elerebî de got: “Rûxandina Esed û Rêjîma wî ew rêka tenê ye ji bo guherîna dîmuqrasî û tunekirina tiroristiyê li Herêmê û li cîhanê tevî. Çimkî Tu kes nikare tiroristiyê tune bike, bê ko sedemên wê hil bike”
Herweha Serokê Hevbendiya Niştimanî dît ko piştgiriya Artêşa Azad ew rêka durist e ko bikaribin şerê Esed û tiroristiyê bi hev re bikin, herweha tekez kir: Çek kêm in û karînên me hindik in lê qehremanên Artêşa Azad di rûyê evê penceşêrê de ya ko li Herêmê belav bûye dirawesin.
Û di hevdîtineke taybet de ligel Dr. Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiyê û yek ji Endamên şandeya ko çûye Qahire tekez kir ko: Giring e viyana navnetewî ji bo rûxandina Esed aktîv bibe, û tunekirina tiroristiyê ji bil têkbirina Esed û çeteyên milîperest yên ko wan ji Îraq û Libnan û Îranê tîne, arîşeyê çareser nake, lê belê kêferata xwînrêj dihêle ya ko rojane bidehên Sûriyan dike qurbanî .
Herweha di gotina xwe de ya civîna wezarî ya Komkara Erebî Hadî Elbehre serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz kir û got:
“ Me ji destpêkê ve ragihand ko bê Desteyeke Desthilatê ya veguhêz xwedan Desthilatiyeke cîbicîkirinê ya tekûz tu caran aramî li Sûriyê misoger nabe, û ne tiroristî bidawî dibe, û ev qonaxa veguhêz gereke nuha dest pê bike çimkî tiroristî gur bûye û gihaye dewletên derdor û metirsiya wê jî li ser ewlekariya Herêmê û cîhanê çê bûye.”
Jêder: Hevbendî