Leys Elbel’os kurê damezrînerê tevgera “Mêrên Rûmetê” Şêx Wehîd Elbel’os, tekez kir ku ew tiştên derbarê şoreşa gelê “Cebel Eldirûz” tên gotin ku navê Şoreşa Birçîyan li serhildana wan dikin nerast in, çimkê ji sala 2012an de 3000 çekdarên xwebexş li gel bavê min Şêx Wehîd Elbel’os tevlî şoreşa li dijî Beşar Esed bibûn, ji ber ku şoreş şoreşeke siyasî ye û bi daxwazên xelkê yên aborî dest pê dike û bi daxwazên siyasî bi dawî dibe.
Û Leys Elbel’os, îro di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Elquds Elerebî, got ku rijêma Sûriyê îro ji daxwazên siyasî û aborî vala ye, û ne aborî û ne jî çareya siyasî bi destê wê de maye, û helbet dê bi hesin û agir bersiva serhildana gelê Siweydayê bide, çimkê “kesê tiştek li rex wî tune be nikare bide”.
Û Elbel’os got ku li gorî ketwar siberoj tarî ye, û dawiya rewşa Cebel Eldirûz dê nebaş be, ji ber ku ti çareseriyeke aborî yan siyasî li ba rijêma Sûriyê nîne, ew dixwaze berê herêmê bide şerekî çekdarî.
Û Elbel’os bal kişand ser wê yekê ku helwesta rijêmê helwesteke mezhebî ye, û ew bi awayekî mezhebî dixebitin, û bi awayekî eşkere gef li me xwarin, ji ber serhildana li Siweyda berdewam dike, û eşkere ji me re got: “Me dilê 20 milyon sunî perçiqandiye, emê bi we jî karibin durzîno!”
Û bal kişand ser ku ji tank û firokê pêve li rex rijêmê tune ye. Û derbarê gefên parêzgerê rijêmê ji xelkê Siweyda re di civînekê di hundirê avahiya parêzgehê de, ew nîşan e ku rijêm û zilamên wê yên mezhebperest, ti rêzê li ol, nijad, mezheb, an civaka sivîl nagrin.
Û Elbelos helwesta sûriyên ku piştgiriya tevgera xwepêşanderan li Siweyda kirine bilind nirxand, û spasiya her kesê azad û birûmet ê dilê wî li ser welatê wî ye kir, û da zanîn ku gelê Sûriyê miletekî azad û yekgirtî û rûmetdar e, û çi helwesta bi rûmetdarî dê bibe cihê liv û tevgera xelkên siwêdayê.
Û Elbelos di dawiya axaftina xwe de got ku em binpêkirina rûmetê û destdirêjiya li ser nirxên pîroz red dikin, û rawestana li hember stemkariyê ji gelê Siweyda re ne tiştekî nû ye, û niha jî gelê Cebel Elereb dîroka bav û kalên xwe û şikodariya wan dubare dikin, û em bi dil û can li kêleka daxwazên gel û rûmeta wî ne, bi hemû cihêreng û mezhebên xwe ve, û em ê li ser helwesta xwe ya rûmetdar ta dawiyê bimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.