Ehmed Elcerba Serokê Berê yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di hevdîtina bi Ceneral “Con Alin” re serperiştê Hevalbendiya Navnetewî li dijî rêkxistina Daişê, tekez kir ko: Tiştê li Sûriyê dibe, encama bêdengiya Navnetewî li ser tawankariyên Esed e yên ko di dermafê Sûriyan de kirine.
Herweha Elcerba giringî da ko di rûyê tiroristiya rêjîma Esed û çeteyên Hizbullah û tiroristiya ko Tundrew dikin rawestin.
Elcerba di hevdîtinê de tekez kir “Artêşa Azad ew dikare beraberiya tiroristiya ko li ser xaka Sûriyê dibe bike, bi mercê ko piştgiriya guncayî hebe.”
Hêjayî gotinê ye, Hevbendiya Niştimanî di agahnameyeke taybet de berî nuha doz kir da bi lez Artêşa Sûrî ya Azad bi çekên çak çekdar bikin, da karibe li himber Rêjîmê û Rêkxistina Daiş biraweste, û piştnegirtna Artêşa Azad bi çekên ku “karibe beraberiya (Daiş) û Esed bi hev re bike” rexne kir, û doz li Hevalbendiya Navnetewî kir ji bo ”Parastineke asmanî li ser Artêşa Azad bike li ewan cihên ko dibe Rêkxistina Daiş ji wan vekişe, da ji aliyê hêzên Esed ve bombebarana asmanî li wan nebe, û di deverên ji rûxandina Daişê çê bibe û desthilat lê nemîne alîkariya Artêşa Azad bikin.”
Di hevdîtina dawî de ya Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Niyoyorkê digel Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî de tekez kir ko hîç tunekirina tiroristiyê li Herêmê nabe bê yî danîna stratîciyeke tekûz ko sedema bingehîn ya arîşeyê anko Rêjîma Esed amanc bike, digel evê yekî jî Şandeyê hişyarî da ji bo ko Herêmên Niştecihên sivîlan amanc nebin di dema ko hêzên Hevalbend derbeyên leşkerî li Sûriyê pêk bînin.
Jêder: Hevbendî