Şandeke desteya danustandinên Sûriyê bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî duhî li roja yekşemê ligel Adil Elcibêr wezîrê derve yê Erbistana Si’ûdî civiya, û encamên geşta dawî ya danustandinên Cenêv û piroseya danustandinan gengeşe kirin.
Elherîrî tekez kir ku deste pabend e bi çareseriya siyasî ya ligor biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, û di serî de daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254, û cext li ser wê yekê kir ku riftara Rijêmê ya hişk bû sedema kospkirina bizavên şanderê taybet yên ji bo pêşvebirina piroseya siyasî û bidestxistina encaman di geşta dawî de.
Elherîrî di hevdîtinê de, bal kişand ser ku opozisyona Sûrî bi erkê xwe rabû bi hêviya ku NY bi rola xwe rabe ji bo hazirkirina aliyê din, û got ku ev yek pêk nehat û Rijêm berdewam e di danîna kosp û astengiyan li pêş cîbicîkirina biryarên navdewletî.
Elcibêr, Ji aliyê xwe ve piştgiriya Erbistana Si’ûdî ji bo desteya danustandinê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û dîtina çareseriyeke siyasî ya berdewam ya ji bo bidawîkirina tirajîdiya gelê Sûriyê û dabînkirina veguhestina siyasî û vegerandina penaberan bo cih û warên wan nîşan da.
Herwiha wezîr Elcibêr piştgiriya xwe li hember niyazên desteyê bo serdana dewletên endam yên encûmena ewlehiyê nîşan da, û deste han da li ser karê ber bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî