Li gundewarê Idlibê sê sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, bi sedema êrîşên firokên cengî yên Rûsya û hilîkopterên rêjîma Esed ên ko herêmên niştecihan amanc kirin.
Çalakvanan li gundewarê Idlib îro sibeha duşembê şehîbûna jinekê û birîndarbûna zarokekî belgeh kirine, ji encama bombebarkirina firokên hilîkopter yên hêzên rêjîmê ji gundê Til Emare yê gundewarê başûrî Idlibê re bi bermîlên teqîner.
Çalakvanan bêtir gotin ko bombebaraneke din bi bermîlên teqîner gund û bajarokên Elteman’a û Mirêcib û Elmeşhed û Sikêk û gundê Elxiwên û Elmişêrfê û Eldecac û Ebû Dalî û navçeya Sincar li gundewarê Idlib armanc kir, di encamê de neh sivîl birîndar bûne û wêraniyeke mezin di avahiyan de çêbû.
Dezgehên ragihandinê yên xwecihî anîn ziman ko firokên cengî yên Rûsî roja duşembê bêtir ji 40 êrîşên asmanî birin ser gund û bajarokên Elxiwên û Ebû Dalî û Elmişêrfê û Elweyîbde û Meer Şehrûr û bajarokê Sincar û herdu gundên Til Mirdîx û Kefer Emîmî li gundewarê Idlib, û di encamê de 15 sivîl birîndar bûne û 5 xanî wêran bûne û ziyan gihaye hinên din.
Herêmên gundewarê Idlib tevgereke mezin a derbideriyê lê çêdibe bi bal herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyê ve; bi sedema bombebaran û operasiyona leşkerî ya ko firokên Rûsî û yên rêjîmê dijî herêmên sivîlan pêk tînin.
Roja sêşembê 19ê vê heyva çileyê pêşî, çar firokên Rûsî kuştarek li bajarokê Meer Şorîn li gundewarê Idlibê pêk anîne, di encamê de bêtir ji 17 sivîlan ku 13 ji malbatekê bûn şehîd ketine, û 35 birîndar bûne, piştî ko firokan barê xwe yê mûşekên teqîn-mezin bi tekûzî li ser herêmên niştecihan berdane.
Hevbendiya niştimanî ji civaka navdewletî xwest ko tevbigere ji bo tawankariyên rêjîma Esed û Rûsya rawestînin, û tekezî kir li ser giringiya kartêkerkirina biryarên navdewletî yên bi binpêkirinan têkildar in, û bi taybetî biryara Encûmena ewlekariyê 2268 û 2254 û dabînkirina sizakirina çi kesê wan biryaran binpê bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî