Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes El’ebde, tekez kir ko çi pêşinyara çareyê li Sûriyê, eger çûna Esed ji destpêka qonaxa veguhêz dabîn neke, bawerî pê nayê û wê têk biçe.
Ev gotin li bargehê Hevbendiyê di hevdîtina xwe ya îro danê Sibehê digel Emîndara giştî ya desteya karê derve ya Yekîtiya Ewropî Yilga Şimêt de û şanda digel kir.
Hevdîtinê encamên dawî yên operasiyona siyasî û dosya danûstandinan û astengiyên li hember gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiyê got: helwesta Hevbendiyê bi helwesta desteya bala ya danûstandinan re her yek e, di çaxê ko asoyê giştî yên danûstandinên Cinêvê girtî ye, û rêjîma Esed jî ne jidil li çareseriyê digere.
Elebde hişyarî da li ser metirsiya berdewamiya rewşa nuha ya ko Rêjîm û hevalbendên xwe Aramiyê binpê dikin, û berdewam sivîlan bombebaran dikin, û dorpêç ji ser çi herêmê nehatiye rakirin, û çi pêşketin di kêşeya Girtiyan de çênebûye.
Serok got: rawestandina danûstandinan derfetek ji bo koma kar ya navdewletî ye, ji bo li tştên pêk hatine vegerin û bighên rêyinan ko nehêlin operasiyona danûstandinan ya Cinêvê têk biçe.
Şimêt li ser piştgiriya Yekîtiya Ewropî ji Opozisyona Sûrî re û daxwazên Şoreşa Sûriyê tekez kir, û hem li ser piştgiriya Operasiyona siyasî ya ko nuha lidar e, ta ko bigihê veguhestina siyasî.
Her wiha helwesta Ewropî li ser sizakirinê û nerizgariya ji sizayê tekez kir. Diyar kir ko Yekîtiya Ewropî piştgiriya miletê Sûrî ji bo destnîşankirina çarenivîsa xwe dike, û rê nede kesine din têwirdanê di çarenivîsa wî de li gora berjewendiyên xwe û dûr ji berjewendiya miletê Sûrî bikin.
Jêder: Hevbendî