Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, di hevdîtina digel Cîgirê Birîtanî Con Wod Kok de, daxwaz ji Birîtanya kir ko kar ji dil bike ji bo bombebarana bêserûber ya Rûsî û Îranî û ya Firokên Esed li ser Sivîlên Sûriyê û bi taybetî li Helebê rawestîne.
Elebde tekez kir ko giring e parastina sivîlan bibe, bi rêya dabînkirina herêmeke bê bombebaran ji wan re, ko Sivîl tê de aram bin bêyî bombebaranên bi bermîlan û bombeyên hejînkar ewên her sibeh û êvarê bi ser wan de dibarînin
Ji aliyê xwe ve kok sersariya civaka navdewletî rexne kir ko beraber miletê Sûrî bi rola xwe ranabe, û got ku komek ji cîgirên Birîtanî piştgiriya çareseriya siyasî dikin ya piştgiriya mafên miletê Sûrî dike, û daxwazên wan yên rewa yên şoreşê li dijî rêjîma Esed dikin.
Kok hevkariya xwe ji miletê Sûrî re diyar kir di beraberiya makîna kuştina bêserûber de, ko rêjîma Esed û hevalbendên wê serpereştiya wê dikin. bê ko cudahiyê bikin nav sivîl û leşkeran.
Jêder: Hevbendî