Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, îro di hevdîtinekê de ligel Abdulaziz Temo Serokê kombenda kurdên serbixwe, tekezî li ser karê hevbeş û giringiya yekxistina bizavên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê li hindur û derveyî welat kir, bi awayê ku bigunce ligel xwestek û armancên xelkê Sûriyê.
Temo, ji aliyê xwe ve got ku pêwîst e Hevbendî wek nûnera şoreşê bête parastin, û herwiha rijdiya xwe li ser karê hevbeş ligel Hevbendiyê bi rengê bikeve di xizmeta berjewendiyên şoreşê de xuya kir, her ji bo armancên xelk ji bo wan derketin, di rûxandina rêjîma Esed û avakirina dewleta demokratîk, ya têde mafên hemwelatîbûnê bo hemû welatiyan bê dabînkirin, bêcudahiyên netewî û olî.
Herwiha herdu aliyan gengeşe li ser rewşa siyasî û rewşa meydanî ya şoreşê kirin, nemaze di van baredoxên zehmet de.
Temo derbarê kombenda kurdên serbixwe got: ku di kombendê de rêjeyek mezin ji kesayetiyên serbixwe û ji çalakvanên beşdarî di şoreşê de kirine her ji destpêka wê ji adara 2011 an ve hene, ku ew çalakvan di destpêkê de bi çêkirina hevrêziyên şoreşger rabûn, lê rastî serkutkirin û cewsandinê hatin ji aliyê PKK û hin partiyên kurdî yên din, ku bi vê sedemê bizavên wan di heyamê bûrî de ji hev hatin belavkirin, û ji ber weha Kombend hat demzrandin ji gihandina dengê wan û hemahengiya bizavên wan.
Temo tekez kir ku Kombend beşek ji hêzên şoreşê ye û pêgehek wê ya berfireh li hindur welêt heye û kar ji bo pirsa Sûriyê bi giştî ligel parastina taybetmendiya xwe ya kurdî dike.
Û temo tekez kir ku kombend bitenê armancek heye, ewjî mirovê Sûrî ye, bêcudahiya ji aliyê netew û ol û rengê wî ve .
Temo dît ku PKK dijminekî siyasî yê gelê kurd û yê gelê Sûriyê bi giştî ye, û dikeve di çarçoveya rêxistinên terorîst de, herwiha dît ku beşek ji rêjîma Esed û ji sîstema wê ya ewlekariyê ye, û li dawiyê got: “bi dîtina me riftarên PKKê ne ciyawaz in ji riftarên rêjîma Esed û DAÎŞê, ew du rûyên yek diravî ne”.
Jêder: Hevbendî