Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Enes El’ebde daxwaz ji Yekîtiya Oropî kir ku danpstandinên çalaktir li ser asta siyasî bi doseya Sûrî re bike, ji bo ew beşdariyê di gihiştina çareseriyeke siyasî de bike, ji bo bidawîkirina derdeseriya gelê Sûriyê û jinûavakirina wê çi ji aliyê jêrxaneyê de anjî ji aliyê civaka sivêl ve be.
Ev gotinên El’ebde di kongireyekî rojnamevanî yê hevbeş di nav wî û serokê komîta karûbarên derve di Yekîtiya Oropî de “Almar Birok” hatin gotin, û El’ebde spasiya Oropayê kir li ser piştgiriya wê ji gelê Sûriyê re di van her pênc salên bûrî de, çi ji aliyê piştgiriya mirovî de be û çi jî ji aliyê hemû şêweyên piştgiriyê yên dîtir be, û hêvî kir ku ew piştgirî berdewam bimîne.
Û Birok ji aliyê xwe ve got ku Yekîtiya Oropî piştgiriyeke xurt ji nexşerêyê re dike ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li Sûriyê, û avakirina wê li ser bingehên çaktir ji dîmoqrasiyê û desthilata yasayê û mafên mirovan, û hêviya xwe anî ziman der barê berdewamiya agirbestê da hemû alî karibin li dora maseya danûstandina rûnên.
Û Birok dît ku aramiya agirbestê ew takerê ye ji bo bidawîbûna rewşa ku niha Sûriyê têde ye, û weha jî got” em di Yekîtiya Oropî de amade ne ji bo pişgiriya vê yekê bikin, û ez bawerim ku divê Oropî berpirsyariya xwe bêhtir di vî warî der hilgirin, ji ber ku bercewendiya me têde heye”.
Û tekez kir ku giringe Yekîtiya Oropî û dewletên endam bêtir beşdariyê bi şêweyekî rêkûpêk û hevrêzkirî bikin, û piştgiriya penaberan ji niha bêhtir bibe.
Û El’ebde tevlî şandeyekê ji Hevbendiya Niştimanî, hejmarek ji civatan di serdana xwe ya Oropî de kir, ku yek ji wan hevdîtina li gel nûnera bilind ya siyaseta derve ya Yekîtiya Oropî Fîdrîka Moxrînî li Biroksilê bû, berî civîna Encûmena Wezîrên derve yên Yekîtiya Oropî ji bo gengeşekirina rewşa Sûrî, û El’ebde tekez kir ku rêjîma Esed Sûriya wêran dike, û hewl dide ku agirbestê têk bibe û pirosêsa siyasî biruxîne.
Jêder: Hevbendî