Rêveberê Bergiriya Sivîl Ya Sûriyê Rayid Selah, tekez kir ku sivikatiya rêjîma Esed û milisên tayifeprist bi piransîpên mirovan, gihiştiiye radeya şahnaziya bi qetkirin û pêlîstina bi laşên dîl û girtiyan, û kişandina wêneyên wan kiryaran û weşandina wan li ser malperên enternêtê, wek amajekirinekê bi belavkirina wêneyê serkirdekî ji hêzên Esed li Dêrazorê bi du laşên qetqetkirî re, berî çend rojan ku li ser enternêtê belav bibûn.
Ev axavtinên rêveberê Bergiriya Sivîl duhî li Stembolê di kongirê lotkeya cîhanî ya karên mirivî de hatin, û têde Salih pirsyar kir: “gelo dikeve serê mirov, ku ew qas bermîlên teqîner yên xanî wêran kirin û bi milyonan xelkê Sûriyê ji ber wan hatin koçbarkirin û jin û zarok hatin kuştin, ji aliyekî nediyar hatine avêtin?”.
Salih ji dewletên kombûyî di civînê de daxwaza piştgiriya gelê sûriyê yê çewsandî kir û got ” pêwîst e ku em bicegertir bin, û divê em tiştan wek heyî binav bikin, û rawestana me wek aliyekê bêalî di cêbicêkirina erkên xwe de, bi wekhevî bi hemû aliyan re, nayê wateya ku em bêalî bimînin di navbera zordar û qurbaniyan de, û nabe ku em piransîpê dadgehkirinê ya ku bê wê dad bicî nabe piştguh bikin “.
Salih got: “Em di bergiriya sivîl ya Sûriyê de yên (Xudan Kumên Sipî) binav dibin, rêxistineke bi destpêşxeriyekê di sala 2013an de hatiye damezrandin, ji bona alîkariya zerermendên bombebarankirina êrîşên esmanî û hejmara xwebexşan têde gihişt 2890 xwebexşî, ku kar di 119 navendan de dikin, ku her ji destpêka damezrandina Rêxistinê û heta îro, me nêzîkî 50hezar qurbanî ji bin wêrankariyan, yên ji encamê bombebarankirina navçeyên azad rizgar kirine “.
Herwiha tekez kir ku ” ew pabendin bi piransîba xwe ya nehêlana koçbarkirina neçarî, û bi awayekî komelayetî ji bona damezrandina çarçovekî cîhangerî kar dikin, ku têde berpirsyaretiyên hevbeş bi rêk bêxe, û pabend bin bi pêşvebirina rêxistinên xwecihî, heta ku bikar bin bi erkê xwe li hember mirovan rabin”, herwiha cext li ser “giringiya bihêzkirina piransîpên rêzgirtin û parastina xizmetgozarî û navendên pizîşkî û alavên veguhestin û karmendên karubarên mirovî kir”.
Hêjayê gotinê ye ku duhî li bajarê Stembolê yekemîn kongirê lotjeya cîhangerî ya karên mirovî lidar ket, ku ji aliyê NY hat girêdan û wê du rojan berdewam bike.
Ku di kongir de wê alîkariyên mirovî bêne gengeşekirin bi beşdariya nêzîkî 60 serokdewlet û hikumetan, û hejmareke mezin ji wezîran û berpirsên pilebilind, tevlî beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên navdewletî, û desteyên akadimîsyon û yên rojnamevaniyê û kerta taybet, û nûnerên navçeyên tûşî qeyranan bûne.
Jêder: Hevbendî + Anadol