Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Xetîb Bedla, hişyarî da li ser ku Rûsiya kare sivîlan û hêzên Şoreşê li herêmên rizgarkirî amanc bike, û bi behaneya şerê tiroristiyê êrîşî alayên netundrew bike.
Di daxuyaniyeke taybet de got: “Rûsya Sivîl û alayên netundrew amanc kirin ji dêvila amanckirina rêkxistina Daiş ya tirorist di destpêka têwerdana wê di Sûriyê de, û wê di kêşeya Sûriyê de bawerî bi xwe nehiştiye.”
Wezîrê berevaniya Rûsya Sêrgî Şoygo, di gotara xwe ya roja înê 20 meha Gulanê de, daxwaz ji Waşinton kir dako êrîşan bide ser Cebhet Elnesra û alayên leşkerî yên ko Rûsya ewan dibîne piştgiriya Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî nakin. Wezîrê berevaniya Rûsî berdewam kir ko welatê wî mafê xwe ji 25 Gulanê ve di êrîşa de, li ser aliyê ku xwe tevli agirbestê nekiriye dihêle.
Endamê Hevbendiya Niştimanî dilnearamiya xwe ji vê operasiyona ko Rûsya xwe jê re amade dike anî ziman, di heman dema hewldana wê, ko alayên leşkerî yên di danûstandinên Cinêvê de beşdar in, ewan deyne ser lîsta tiroristiyê da wan amanc bike.
Bedla doz li civaka navdewletî û bi taybetî Emerîka kir, çimkî ew seroka hevbeş bi Rûsya re di koma piştgiriya Sûriyê de ye, ko nehêlin Rûsya bêtir tawankariyan di derheqê opozisyona netundrew û sivîlan de bike, bi behaneya têkbirina tiroristiyê û ev ji aliyekî dî ve dê metirsiyên li ser operasiyona siyasî bêtir bike.
Serjimarên Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan diyar kir ko “hêzên Rûsya yên ko piştgiriya rêjîma Esed dikin 1984 kes li Sûriyê ji destpêka têwerdana xwe kuştine, bi behaneya ko rêkxistina Daiş têk dibe ji 30 Eylûla 2015an heta 15 Adara 2016an, rêjeya amanckirina opozisyonê 85% û ya Daiş 15% û hejmara kuştarên di derheqê sivîlan de giha 106an, û ji wan 443 zarok û 283 Jin hatine kuştin û 43 êrîş bi bombeyên goşî hatine kirin her wiha Rûsya êrîşî ser 243 Navendên zindewar kiriye.”
Jêder: Hevbendî