Îro roja sêşemê gulana 2016an, şandek ji ENKS’ê bi serokatiya berêz Ibrahîm Biro serokê Encûmenê û berêz Kamîran Haco serokê nivîsîngeha têkiliyên derve, û berêz Siyamend Haco endamê nivîsîngeha têkiliyên derve ya ENKS’ê li bajarê Oslo, çavpêketinek digel heryek ji xanim Tîne Smês rêvebera giştî di wezareta derve ya Nerwêj de û balyoza berê ya NY û bi Egil Tirsas karbedestê wezareta derve ya Narwêjê re kirin.
Herwiha şanda ENKS’ê digel xanim Anîkan Hotifêldêt re civiya, ku ew bi xwe parlemantara parlemonteya Nerwêjê ye û partiya wê mezintirîn firaksyone di nav partiyên Nerwêj de, û ew berpirs e di komîteya têkiliyên derve û yên bergiriyê de, û berê Wezîra Kar bû di hikûmeta Nerwêj de.
Herwiha şanda Encûmenê digel xanim Tiroda Falaş seroka fayîlê rojhilata navîn di dezgeheka Nerwêjî de civiya.
Di van hevdîtinan de gekek babetên giring hatin gengeşekirin, nemaze yên girêdayî bi rewşa Sûriyê û giringiya dîtina çareseriyek siyasî bo kirîza Sûriyê di çarçovê avakirina dewleteka federal de, ku têde mafên azadî û dad û aştiyê bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bêne misogerkirin, û gelê kurd têde hemû mafên xwe yên netewî li gor belgename û rêkeftinên navdewletî bi dest xwe ve bîne.
Û di van hevdîtinan de behsa giringiya vegera hêza Pêşmergeyên Roj bo welat hat kirin, da berevaniyê di ber gelê kurd û doza wî ya netewî de bikin, hevdem digel berdewamiya partiya PYD’ê li ser siyasetên xwe yên tepeserkirina gelê kurd, ku ji encama zordariya wan navçeya kurdî ji welatiyên kurd vala dibe.
Hêjayê gitinê ye ku ev hevdîtin tên di çarçova geşteyek Ewropî ya serokê ENKS’ê û nivîsîngeha wê ya têkiliyên derve de.
Jêder: Hevbendî