Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, îro sêşembê digel şandyarê Nerwêcî ji bo Sûriyê Kinot Eylîf li bargehê Hevbendiyê civiya.
Di Hevdîtinê de li ser gotûbêjên Estana û Cinêvê axivîn û giringiya vegera li danûstandinan ji bo veguhêza siyasî û rawestandina cenga rêjîma Esed ko ji şeş salan ve dijî miletê Sûriyê dike.
Serokê Hevbendiyê tekezî li ser giringiya piştgiriyeke kartêker ji hêla Ewropa û Emerîka ve kir ji bo piştgiriya pêvajoya siyasî û çareserkirinê li gora daxuyaniya Cinêvê. Her weha daxwaz kir ko piştgiriya pirojeyên Desthilata Sûrî Ya Demkî bibe ji bo xizmeta miletê Sûrî û bi taybetî li herêmên rizgarkirî di biwarên Hînkirin, Tendiristî û xizmetguhzariyên bingehîn bibe.
Û Elebde li ser metirsiyên xelkên Sûrî rastî wan tên li herêmên dorpêçkirî ji hêla rêjîmê û milîtanên mezhebperet ve axivî, her weha li ser giringiya rakirina dorpêçê û gihandina hawarhatinê.
Û serokê Hevbendiyê spasiya şanda Nerwêcî kir li ser helwestên wê yê piştgiriya miletê Sûrî û şoreşa wî û li ser tiştê ko Nerwêc di biwarê mirovî û yên xizmetgozerî de pêşkêş dike.
Û şanda Nerwêcî jî tekezî li ser piştgiriya xwe ji Hevbendiyê û miletê Sûrî re kir, ji bo bigihê veguhêza siyasî, û got ku ew ê di piştgiriya mirovî bi taybetî ji herêmên wêrankirî re berdewam be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî