kiryarên dijî Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS berdewam in, û roja Sêşemê 17-1-2017 xwecihiya ENKS li bajarokê Girkêlegê demjmêr 2 berbangê rastî teqîna bombeyeke çandî hat, û li gor peyamnêrê malpera me li parêzgeha Hesekê bûyer şopand. teqîn mezinbû û dengê wê li tevaya wî bajarokî hat bihîstin û ziyan bi tenê madî bûn û ziyan li piraniya alavên ofîsê bû.
Derbarê vê teqînê xwecihiya ENKS li Girkêlegê daxuyaniyek belavkir têde bi tundî ew yek şermezar kir û ragihand ku ev cara hefta ye ku xwecihiya wan tê armanckirin, lê ev yek wan ji bîr û baweriyê wan nayêne xwar û ewê di kar û xebata xwe de berdewam bin.
Tê zanîn ku teqînek bi wî şêweyî li nêzî ofîsa Partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê li bajarê Hesekê dema berbanga heman rojê çêbû.
Û Encumana Niştimanî Ya kurd ev kiryar şermezar kir û navê ”karê terorîstî yê tirsokeran” lê kir, û berpirsiyariya di ber vî karî û karên berê yên şewitandina ofîsan û binçavkirina siyasetmedaran û lêdana çalakvanan da ser mile PYD.
Û ENKS ji gelê kurd xwest ku hişyar û têgihiştî bin û rêzên xwe bikin yek li hember van karên dijminkarî yên ku Encumana Kurdî û pirojeyê wî yê netewî armanc dikin, di dema ku peydakirina seqayên erênî ji bo yekirina helwest û rêzên kurdî tê xwestin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Ragihandina Hevbendiyê