Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, doh pêncşembê li Dewhayê Paytexta Qeterê, digel Wezîrê Dewletê yê karûbarê derve yê Qeterî Se’ed Elmirêxî re, bi amadebûna hejmarek ji diblomasiyên Wezareta Derve ya Qeterê civiya.
Serokê Hevbendiyê ew bi rewşa meydanî li Sûriyê û bi taybetî rewşa Helebê û Şamê û Gundewarê wê, yên ku rêjîma Esed û Îran û Rûsya dixwazin guherîneke dîmugrafî tê de çêbikin agahdar kir.
Di Çavpêketinê de rewşa Desthilata Sûriyê ya Demkî û pirogramê wê û dawîtirîn rewşa siyasî ya dosya danûstandinên Cinêvê gengeşe kirin.
Elebde tekez kir ko Opozisyona Sûriyê bi çareseriya siyasî ji bo rewşa Sûriyê çareser bibe pabend e, eger biryarên Netewên Yekgirtî cîbicî bibin û Desthilatdariyeke veguhêz bi hemû karînên cîbicîkirinê bête damezirandin.
Elebde di daxuyaniya xwe ya doh de dibîne ko tiştê li Helebê çêbû “Tawaneke cengê ye û qirkirin û koçkirineke kotekî ye.”û berpirsiyarî da ser mile Rûsya, her wiha berpirsiyariya parastina sivîlan da ser milê Netewên Yekgirtî û Civaka Navdewletî, û doza cîbecîkirina bendên biryara 2254an kir, ya ji bo dorpêç rabe û alîkariyên mirovî bigihên û bombebaranê bidine rawestandin.
Jêder: Hevbendî