Girûpeka çalakvanan vexwendinek der barê xwepêşandanan ji bona Helebê, li tevahiya cîhanê li roja yekşemê 31’ê tîrmehê 2016 an ragihandin, li jêr navê roja “Hêrisê ji bona Helebê”, bi sedema oparesyonên pir û dijwar yên firokên dagîrkeriya Rûsiya pêk tînin û dorpêçkirin û bombebarankirina wê bo heyamê bêhtir ji sê heyvan, bi çekên corbicor ji aliyê hêzên rêjîmê ve.
Çalakvanan da zanîn ku hilmeta wan ya li ser rûpelên enternêtê yên peywendiyên civakî, li radeya yekê ” ji bona penaberên Sûriyê û yên Ereb li welatên derve ye, û herwiha bo tevahiya Ereb û Cîhanê ye”, ji bona bala xelkê bikişînin li ser êş û azarên 400 hezar kesî yên dorpêçkirî li Helebê ji aliyê hêzên Esed û milisên tayifeperist ve, hevdem digel bombebarankirina wê bi awayekî rojane bi çekên corbicor.
Van çalakvanan ji Libnanê û bi rêka enternêtê, daxwaza xwepêşandanê li tevaya xelkê Libnanê ji bona Helebê li sipêdeya roja yekşemê li demjimêr 7.30 êvarî li parka Semîr Qasîr li Beyrûta paytext kir, ev yek ji bona redkirina “siyaseta qirkirinê ya pêrewkirî û redkirina dorpêçkirina hatî sepandin li ser xelkê me yê Helebê”.
Ku li roja çarşema bûrî, gelek dezgehên “şoreşgerî” û hevrêz û çalakvan û mediyakaran li Helebê û li hin deverên din kampaniyek li jêr navê “Potîn tawanbarê şer e” ragihandibûn, û dabûn ragihandin ku hilmeta wan wê berdewam be heta bidawîkirina bombebarankirina Rûsiya û rawestandina kuştarên firokên wê yên şer li ser Helebê, ku bo yekemîn cara têde çekên qedexekirî her ji destpêka şoreşê tên bikaranîn.
Herwiha duhî, Enes Ele’bide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de, daxwaz yekrêziyê û hevgirtinê ji sercem hêzên şervanan li Helebê û gundewarê wê kiribû, ji bona li hember oparesyonên bi serkêşiya Rûsiya rawestin, herwiha daxwaza xwepêşandanê li tevahiya xelkê Sûriyê li paytexên dewletên biyanî kiribû ji bona mehkûmkirina oparesyonên hêzên Rûsiya li Helebê.
Jêder: Hevbendî + Smrat