Serkê Hevbendiya niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, Enes Elebde, îro duşembê, li gundewarê Helebê, kongirekî rojnamevanî li dar xist, bi taybetî ji bo behiskirina tewanên cengê yên ku Rûsiya û rijêma Esed li Idlibê dikin, herweha rawestana li ser qelsiya rola civaka navdewletî di karê xwe de derbarê rawestandina tewanan.
Û Ebde tekez kir ku şerê Idlibê şerê şoreşê tevî ye, û tekezî li ser “giringiya rawestana çalakvaniyên siyasî û yên sivîl û xelkê li kêleka şervanên Artêşa Niştimanî û Eniya Niştimanî ya Azadkirinê”.
Û bal kişand ser ku “tenê bijardeyek li pêşiya me heye, ew jî xweragirî ye, da em nehêlin rûsiya çareseriya leşkerî bisepîne û ya siyasî piştguh bike û rijêmê careke dî bide pêş”.
Û got: “ Di destpêka şoreşê de em bi tena xwe li hember vê rêjîmê derketin, û me riya şoreşa xwe bêdudilî berdewam kir, û ne xem e eger hinek xwe ji pişta me bidin alî”, û got ku “gelê Sûriyê 9 salan di şoreşa xwe de xweragir maye, û dê berdewam bimîne ta bi ser bikeve”.
Û Elebde diyar kir ku wî hevdîtin bi serkirdeyên Artêşa Niştimanî û yên Eniya Niştimanî bo Azadiyê pêk anîne, ji bo şopandina rewşa meydanî û karên qehremanî yên ku di vê qonaxa bûrî de bûne, û got : “Tiştin cihê kêfxweşiyê hene, û hejmarek bijarde li pêşiya me hene, ji bo rawestana di rûyê van êrîşa tund de”.
Û weha berdewam kir: “Biryara rûbirûbûnê û vekirina eniyên şer ên nû , em destnîşan dikin, û tiştê di rojên dawî de bûne , nîşana vê yekê ne”, û tekez kir ku Artêşa Niştimanî û Eniya Niştimanî bo Azadiyê Karin maseyê serobino bikin, eger yekrêzî hebe.
Û bal kişand ser ku dê encamên mirvahî li Idlibê bandorê li tevaya deverê û Uropayê bike, bi taybetî ku dijminkariya Rûsiya ya vê dawiyê bûye sedema derbiderbûna bêtir ji 80 hezar malbatî, û got: “ Derbider dê hewil bidin xwe bighînin Uropayê, eger dijminkarî berdewam bimîne, û van panaberan hemî karînên xwe kirine ji bo xweragir bimînin”, û got ku ew nikare daxwaza manê ji malxoyê malekê bike, ku dixwaze zarokên xwe ji mirinê rizgar bike.
Û tekez kir ku “helwestên dewletan yên ku wek dostên gelê Sûriyê tên dîtin, ne di asta tê xwestin de ye”, û got ku “ Em herdem fişaran li wan dikin”, û amaje kir ku cîhan guh nade tiştê li idlibê çêdibe.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî hevdîtin bi nûnerên 22 dewletan re kirine, têde nerazîbûn û hêrsbûna gelê Sûriyê ji wan re got, li ser karvadana wan ya sist derbarê êrîşên hovane yên dijî sivîlan li Idlibê dibin.
Û zelal kir ku Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji nûnerên dewletan kir ku Rûsiyê wek aliyekî sereke yê şer bibînin, û got ku Rûsiya sîstema agirbestan wek şêwe û tektîkeke cengê bikar tîne, da bajaran wêran bike û xelkê koçber bike.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dê dest bi helmeteke navdewletî bo Helebê û Idlibê bike, û dê berê xwe bide sê paytextên Uropayê yên sereke, Berlîn, Parîs û Broksel wek paytexta Yekîtiya Uropayê, herweha New Yourk , ji bo peywendiyan li gel Netewên Yekbûyî û Amerîkayê , derbarê dawîtirîn pêşhatan bike. Û got ku daxwazin me yên diyar hene, derbarê rawestandina dijminkariyê û piştgiriya derbideran , û em dê wan pêşkêş bikin.
Û Elebde got ku civaka navdewletî ji berî çend salan de hewil dide “ me berbi pirosesa siyasî de bibe ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li welêt, lê rastiya li ser xakê diyar dike ku rijêm ji çareseriya leşkerî pê ve nabîne”, û “ berdewamkirina êrîşkirin û cenga dijî gelê sûriyê û sivîlan û avahiyên giştî, dê ne tenê jêrxaneyê wêran bike, lê belê ew dê pirosesa siyasî jî têk bibe, û ti sûde têde namîne”.
Û diyar kir ku komîteya qanûnî ya Hevbendiya Niştimanî, yadnameyên qanûnî û mafnasî derbarê peyketina tewankarên cengê amade kirine, bi taybetî tiştên di hersî mehên dawî de bûne, û nemaze armanckirina sivîlan û jêrxaneyê, û got “ Em di peywendiya li gel komîteyên lêpirsînê yên navdewletî de berdewam in, û em belgeyên li rex me hene derbarê tewanên cengê yên dijî gelê Sûriyê li Idlibê ji aliyê rijêmê û Rûsiya û Milîsên îranî ve hatine kirin didin wan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî