Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe ya doh yekşembê derketî de, diyar kir ku di heyva kanûna paşîn ji sala 2020 li Sûriyê, ne kêmtir ji 161 kesî bi rengekî nerewa hatine girtin, 2 zarok û jinek di nav wan de hene, hatiye belgekirin.
Û raporê girtina 69 kesan bi rengekî nerewa li ser destê rijêma Esed tomar kirine, herweha 52 kes bi kotekî li ser destê milîsên PYD hatine girtin, 2 zarok di nav wan de hene, û 37 kes bi kotekî li ser destê aliyin leşkerî hatine girtin, û 3 kes li ser destê Heyet Teherîr Elşam, û rewşa 109 kesan ji tevaya girtiyan bûye bêserûşûnbûna kotekî.
Û raporê got ku milîsên PYD gelek mafên bingehîn binpê kirine, û gelek ji binpêkirinan wek işkencedan û bêserûşûnkirinê kirine, û amaje kir ku hin aliyên leşkerî girtin û işkencekirin dermafê hin welatiyan li herêmên di bi kontrokla xwe de pêk anîne.
Û raporê diyar kir ku piraniya kesên di heyva kanûna paşîn a bûrî de hatine bêserûşûnkirin, li parêzgeha Helebê bûn, paşre Dêrazorê û paş re gundewarê şamê û paş re Hesekê, û bal kişand ser ku Daişê binpêkirin di riya işkencekirin û bêserûşûnkirinê bi rengekî berfireh û rêbazkirî li herêmên di bin kontrola wê de bûn kirin.
Û raporê tekezî li ser giringiya serbestberdana zarok û jinan kir, her weha rawestandina girtina endamên malbatê ya jî dostan wek girawên cengê, û berpirsyarê doseya girtiyan di ofîsa Şanderê Navdewletî de, daxwaza derbaskirina dosya girtiyan di nav civînên Cinêvê yên dahatî de kir.
Û raporê ji Encumana Ewlekariyê ya Navdewletî daxwaz kir ku biryarên xwe bişopîne, ew biryarên ji bo bidawîanîna bêserşûnkirina kotekî, û Encumana Mafên Mirovan temîniya şopandina dosya girtî û bêserûşûnên kotekî li Sûriyê kir, herweha giringîpêdana wan di tevaya civînên salane de, di riya hevkarî û hemahengiya li gel rêxistinên mafên mirovan yên xwecikî li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî