Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde hevdîtinên cuda ligel ofêsa karûbarê herêmî ya dewletên Erebî û nivîsgeha peywendiyan ligel yekîtiya Ewropî, herweha ofêsên Tirkiyê û herdu Emrîkayan pêk anîn, û bi wan re xurtkirina peywendiyan ligel desthilatên wan dewletan û karûbarê Sûriyên li wir bi cih bûne gotûbêj kirin.
Civîngeran pilana kar ji bo du mehên dahatî li gora istiratîciya li ser li hev kirine gengeşe kirin, herweha qeyrana mirovî ya mezin ya bi sedema operasiyona leşkerî ya rêjîma Esed û hevalbendên wê li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê pêk tînin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bi hevrêkzkarên ofêsan re pêdiviyên mezin yên derbider û koçberan pêşdîtin kirin, û destnîşan kir ko amanckirina rêjîmê ji bargehên bijîşkî û yên xizmetkariyan re hişt ko pêleke din ji koçberan çêbibe.
Elebde got ku heye em beraberiya metirsiyekê bibin, û pêleke wek ya sala 2015ê ji koçberiyê çêbibe. Û got ku ev derbider û koçber pêdiviya wan bi alîkariyeke lezgîn berî werzê zivistanê heye, û dabînkirina agirbestê û vegera li pirosesa siyasî li gora biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Elebde pilana desthilata Sûrî ya demkî ya nû ya ko di bingehê de birêveberiyeke sivîl be û xizmetên baş ji niştecihan re li hemû herêmên rizgarkirî pêşkêş bikin pêşdîtin kir, û bal kişand ser girngiya bidestxistina desthilata demkî ji piştgiriya alîyên daner re, ji bo dest bi cîbicîkirina pirogramê li ser li hev kirine bike.
Û tekezî li ser giringiya têkilyan ligel dewletên bira û heval yên piştgiriya kêşeya miletê Sûrî dikin kir, bi amanca xurtkirina peywendiyan ligel wan û pêkanîna dîtineke hevbeş derbarê pirosesa siyasî li Sûriyê.
Û destnîşan kir ko siyaseta Îranê netenê gefê li Sûriyê dixwe lê li piraniya dewletên herêmê dike. û operasiyonên bombebaranê yên ko bargehên Aramko yên betrola Siûdî berî çend rojan amanc kirin pirotesto kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî