Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Basit Abdul Latif, ligel şandek ji Komeleya Navnetewî ya Helbestvanên Ereb li Stanbolê civiya, û behsa rola helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Sûrî di piştevaniya şoreşa Sûrî de ji bo bidestxistina azadî û rûmet û daxwazên gelê Sûriyê kir.
Şand ji helbestvanê şoreşê Enes Al-Duxêm, helbestvan Abdul Rehman Abu Ras û helbestvan Xalid al-Muhîmêd pêk hatibû. Û sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser amadebûna bilind ya helbestvanên Sûrî di Komeleya Navdewletî ya helbestvanên Ereb de kir, tevî rola wan a pêşkêşkirina helbestên bi coş ji bo bilindkirina moralê şervanan.
Di civînê de, hemuyan tekezî li ser pêdiviya bidawîkirina desthilata stemkar ya ji çend salên dirêj li Sûriyê kirin, û ev yek bi sedema sereke ya paşketina tevgera çandî li Sûriyê dan zanîn.
Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî, hat vexwendin ji bo amadebûna Mihrecana Helbesta Erebî ya ku dê di 20’ê îlonê de li ser şanoya Fakulteya Teolojî li Zanîngeha Marmara li Stenbolê lidar bikeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî