Encûmena ewlehiyê evro pêncşembê dê dengdanê bike li ser pirojeyê biyarê yê ko Kiwêt, Elmanya û Belcîka pêşkêş kiribûn, derbarê agirbestê li parêzgeha Idlib û rêdana derbasbûna alîkariyên mirovî û derxistina nexweşan û nehêlana dorpêçê li ser herêmên niştecihan.
Kiwêt a xwedana destpêşxeriyê, duhî çarşembê, ji civaka navdewletî daxwaz kir ko guhdanê li mijarên mirovî li Sûriyê bikin, tako bêtir rewşa bobelatî li Idlibê têk neçe.
Kiwêt di rola 42 ya encûmena Netewên Yekgirtî de daxwaz kir ko giring e danûstandin bi tawanên ko dikevin asta tawanên li dijî mirovayetiyê û tawan cengê bibe, û yên ew pêk anîne ji bo dadweriyê bêne pêşjkêşkirin.
Nûnerê herdemî yê Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî yên din li Cinêvê balyoz ,Cemal Elxinêm, got ku Kiwêt bi tundî binpêkirinên metirsîdar û rêbazkirî derheqê miletê Sûrî yên di raporta komîta serbixwe ya şopandina rastiyan de hatine pirotesto kirin.
Kiwêt nîgeraniya xwe diyar kir ji berdewambûna zêdegaviyên dijî sivîlan li Sûriyê û berdewambûna binpêkirinên jêrxana sivîl û bikaranîna hemû cûreyên çekên wêranker ji wan jî çekên qedexekirina navdewletî, ko ew binpêkirineke aşkere ye ji yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan re.
Dewleta Kiwêt li gora balyozê wê tekez kir ku çareseriya tenê li Sûriyê ne ya leşkerî ye, lê çareserî siyasî ye, da daxwazên miletê Sûrî pêk bîne, li gora daxuyaniya Cinêvê ya sala 2012ê û biryara encûmena ewlehiyê 2254.
Komîta şopandina rastiyê di raporta xwe ya derbarê Sûriyê de, roja çarşemba Bûrî, tekez kir ko hêzên rêjîmê û Rûsya tawan li dijî sivîlan pêk anîne, û dibe bigehên asta tawanên cengê, û komîtê got ku giring e parastina sivîlan dabîn bibe, û berdewam alîkariyên hawarhatinê bidest bixin, û amanckirina wan bête rawestandin, bi rêka pabendbûna bi yasaya navdewletî ya mirovî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî