Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî Enes Elebde, tekez kir ko Encûmena Niştimanî Kurdî pêkhatiyeke bingehîn e ji Hevbendiya Niştimanî Sûrî, û Hevbendî bi belgeya bi Encûmena Kurdî re imze kiriye pabend e, û bizavê dike ko ev belge ji belgeyên bingehîn ên destûra Sûrî ya nû be.
Ev di serdana Şanda Hevbendiyê ji Kampa (Qoştepe) re li Herêma Kurdistanê îro sibeha Çarşembê got. Elebde giringiya serdana şanda Hevbendiya Niştimanî bo Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ya ko tê de bi serokê Herêmê re Mesûd Elbarzanî li dîtinên hev guhdarî kirin, û li ser tiştê li meydana Sûrî û ya navdewletî û ya herêmî çêdidin gotûbêj kirin, û bi taybetî kongirê Cinêvê yê der barê rewşa Sûriyê, û nîşan dan ku wan li aer bilindkirina asta hevrêziyê di navbera Hevbendiyê û Herêma Kurdistanê de lihev kirin, û wê ew li ser rewşa penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê rawestin û li gora karînan alîkariya wan bikin.
Elebde di hevdîtina bi Penaberan re bal kêşand ser ko Hevbendî bizavê dike bi rêkxistinên navdewletî yên piştgiriyê dikin re, ji bo dabînkirina pêdiviyên wan. Û got ku ew di derdên wan di kampan de digihêje, tev ko desthilata herêma Kurdistanê kêmaniyê bi wan re nake, û hêvî ji wan kir ko sebr û samanê bikêşînin heta roja vegera wan ji bo welatekî azad û dîmuqratî ko jiyanek azad ji hemû pêkhatiyên Sûrî re dabîn bike.
Serokê Hevbendiyê bêtir got: “rewşa penaberiyê ew pirê caran qelenê azadiyê ye, û miletê me ji gava ko şoreşê dest pê kiriye qelenê doza azadî û rûmetê dide. Û nuha em li bêtirî Aniyekê şer dikin ji wan jî ya Rêjîmê û berhema wî ya tirorist Daiş, û me bi hezarên şehîdan danîn tevî ko viyaneke navdewletî ya rastî û jidil nîn e ji bo dîtina çareyeke siyasî ji rewşa Sûrî re, û rêjîm bi bendên peymana rawestandina şer ne pabende.”
Elebde tekez kir ko giring e hêzên Pêşmerge yên Sûrî yên bi ser Encûmena Niştimanî Kurdî ve, derbasî xaka Sûrî bibin, û bal kişand ser rola wan di dabînkirina aştiya navxweyî de, û jiyana hevbeş, piştî ko mîkanîzmin ji bo nehêlana şerê navxweyî wextê derbasbûnê bên dîtin.
Ji aliyê xwe ve Penaberan behsa rewşa xwe ya nexweş kirin, û spasiya Hevbendiyê li ser vê serdanê kirin, û rewşa wan ji nêz ve şopandin.
Jêder: Hevbendî