Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tevaya navçeyên parêzgeha Idlibê bi “Navçeyek Bobelatê” ragihand, û ji damudezgehên hikûmeta demkî û sercem dezgehên pêwendîdar, yên sivîl û leşkerî daxwaza amadekarî û terxankirina hemû bizav û şiyanan bo dabînkirina pêdawîstiyên barê tengaviya bo xelkê sivîl kir.
Herweha duhî Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de sercem rêxistinên mirovî û desteyên navnetewî û dewletên piştgiriya gelê sûriyê dikin, xistin di ber berpirsyaratiyên wan de li hember sivîlan, û daxwaza giringiya destêwerdanek bilez û awarte kir ji bona piştevanîkirina deste û dezgehên Sûriyê yên karan li ser qadê bikin, tevî piştgiriya artêşa azad , ji bona rizgarkirina sivîlan û raguhestina birîndaran û çûna bi hewara bi hezaran niştecî û koçberan ve, û bergirtina êrîşên li hember wan dibin.
Di daxuyaniya xwe de Hevbendiya Niştimanî daxwaza şermezarkirina destdirêjiya Rûsiya û tawankariyên rêjîmê, ji hemû aliyên bibandor di civaka navdewletî de kir, û herwiha daxwaza bikaranîna fişarek mezin li ser rêjîmê û hevalbendên wê kir, ji bona rawestandina destdirêjiya li ser Idlibê û tevaya Sûriyê, bi awayekî guncayî digel biryarên Encûmena Ewlekariyê re, û rê bête xweşkirin li pêş veguhestinek siyasî ligor tekesta daxuyaniya Jinêv 1.
ku navçeya Idlibê ji çend rojan ve, tûşî operasyonên kuştin û wêrankarin û koçberkirinê dibe, û navçeyên sivîlan û nexweşxane û mizgeft û kampên penaberan, bi oparesyonên firokên şer yên dagîkariya Rûsiya û rêjîma Esed tên armanckirin, bi bombebarankirina gund û bajar û bajarokan bi bermîlên teqîner, hevdem digel topbarankirina berdewam, ku di van oparisyonan de heta niha 72 şehîd ketine û di nav wan de 15 zarok hene û zêdetir ji 325 birîndaran û wêrankirina 4 navendên saxlemiyê, tevî êzgeha eletrîkê û xwendingeh û mizgeftekê.
Li hember vê rewşê, Hevbendiyê cext li ser giringiya standina helwestekê navnetewî ya berpirs kir, ji bona rawestandina oparesyonên leşkerî, û herwiha ji bona lez bête kirin di rakirina dopêçkirina li ser hemû navçeyên dorpêçkirî.
Jêder: Hevbendî