Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, hêvî kir ko Elmanya tevli Rûsya û Emerîka bibe wek aliyê navdewletî yê sêyemîn ê kartêker di danûstandinên ji bo paşeroja Welat.
Elebde di hevdîtina digel rojnama “Wol Strît jornal” di dawiya serdana xwe ya Yekîtiya Ewropa got: nuha du alî hene Emerîka û Rûsya, û bi baweriya min eger bêtir ji du aliyan tunebe emê nikaribin di danûstandinan de bipêş ve biçin. Û diyar kir ko dibe Birîtanya û Firensa û Elmanya bi roleke xuyanî di operasiyona siyasî de rabin û got: “Ez bawer im ko Elmanya berbijêreke baş e di nav hersiyan de, da ji dêvla Yekîtiya Ewropî bi rola xwe rabe.”
Elebde bal kêşand ser ko Elmanya peywendiyên wê digel Mosko û Waşinton baş in, û destnîşan kir ko “comerdiya Elmanya bû dema pêşwaziya rêjeyeke baş ji Penaberên Sûrî kir, desthilatiya wan ya derûmî heye ko beşdarî û alîkariyê bikin, da operasiyona danûstandinan bipêşve bibin.”
Elebde pirsiyar kir “çima girûpa 1+5 ji bo Sûriyê nîn e? di dosya Îranê de biserket, çima ji bo Sûriyê jî biser nakeve.”
Ji bo amadekirina destûreke nû Elebde got: “Ev girêbesta civakî gerek tenê miletê Sûrî wê binivîsîne û gerek li gora pêrabûnên dirist be, da nûnerîtiya gel bike û yasayî û bi rastî be, da cihê rêza û hurmeta miletê Sûrî be”, bêtir got: “em şîretê ji civaka navdewletî û ji hevalên xwe dipejirînin.” Destnîşan kir ko “Waşinton herdem dibêje em di çi danûstandinên li ser destûra paşeroja Sûriyê de beşdar nebûne û ez gotina wan bawer dikim.”
Elebde salixê danûstandinên ne rûbirû da ku ew wendakira demê ne, û hêvî kir ko dest bi danûstandinên rûbirû bibe.
Jêder: Hevbendî