Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê li Elmanya Besam Elebdelah, tekez kir ko misogerkirina aştiyê û têkbirina tiroristiyê li Sûriyê çênabe eger veguhestinek siyasî ya durist pêkneyê û desthilata diktatorî ya Beşar û malbata wî bidawî nebe, û gelê Sûriyê deyne ser rêka rast, ber bi desthilateke dîmuqratî ko ji milet bête hilbijartin.
Di nameyekê de bo desthilata Elmanî ji bo berpirsiyariyên xwe yên siyasî û sincî hilgire, li ser tiştên ko di zindanên rêjîmê de dibin, û bi taybetî piştî derçûna raporta Rêkxistina Lêbuhûrandina Navdewletî ya li ser kuştina li dora 13hezar girtî li zindana Seydnaya, û Ebdelah diyar kir ko “ji ber vê sedema serekî Sûrî ji welatê xwe reviyane û hêj direvin”.
Ebdelah bi navê xwe û bi navê hemû penaberên ko ji ber tiroristiya rêjîmê reviyane daxwaz ji desthilata Elmanî kir ko nema çavên xwe ji tawankariyên lidijî mirovantiyê bigire û daxwaz kir ku “bilez helwestekê derbarê vê raportê bistîne û fişarê bike ji bo derbasbûna çavdêrên navdewletî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî ji bo tawanên rêjîmê yên veşirtî diyar bike û girtiyên mayî rizgar bike. ”
Balyozê Hevbendiyê di nameya xwe de tekez kir ku ji zindana Seydnaya”û wek wê pênc zindanên din li hemû Sûriyê hêj kirêttirîn cûreyên tawanan derheqê mirovantiyê de heta bi vê kêlîkê dikin”. Destnîşan kir ko rêjîm û yên piştgiriya wê dikin ji şeş salan ve kirêttirîn şêweyên êşkencekirinê lidijî girtiyan pêktînin û bajar û gundan bi tekûzî ta asta birçîkirinê dorpêç dikin, malan li ser serê xwedanên wan bi bermîlên teqîner û bombebarana asmanî ya berdewam wêran dikin
Elebdelah ji desthilata Elmanî anî ziman ko rêjîm çekên kîmawî yê qedexeya navdewletî bikar tîne bê ko guh li aramî û biryarên navdewletî bike, destnîşan kir ko “her tiştî dike bê ko çi hisaba ji sizakirina civaka navdewletî bike.”
Elebdelah hişyarî da derbarê ku rêjîm danûstandinên Cinêvê jidil nagire, bêtir got ko dîsa wan bikar tîne”ji bo demê wek derfet bigire, da rewşeke nû li ser xakê ferz bike û şerê xwe yê bê sînor li dijî gelê Sûriyê berdewam bike”.
Jêder: Birêveberiya ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî