Bi dirêjahiya sê rojên berdewam, hêzên Rijêmê û milîsên Bergiriya Niştimanî berdewam in di zêdekirina êrîşên xwe li ser taxa Elwer ya dorpêçkirî li Himusê, ku ev êrîş bûne sedemê ketina bi dehan şehîd û birîndaran tevlî jin û zarokan, herwiha ku rêkeftina agirbestê û tekista biryara 2336 ya navdewletî bi vê yekê tên binpêkirin.
Çalakvanan ji hindur taxa Elwe’r gotin ku îro roja înê şeş kes şehîd û bi dehan birîndar ketin bi sedama 7 êrîşên firokên şer yên Rijêmê yên yekser li ser taxên nişteciyan û êrîşên milîsên Bergiriya Niştimanî bi rokêtên hawinan yên heman navçeyên dorpêç dikin.
Herwiha ku hejmara şehîdên taxa Elwe’r di hersê rojên bûrî de gihişt 20 şehîdan û zêdebarî 40 birîndaran, ku ev mezintirîn hejmare bi sedema bombebarankirina taxekê nişteciyan her ji destpêka agirbestê ji berî 42 rojan ve.
Ji aliyek din ku xelkên taxa Elwe’r gelek gazindan dikin ji nebûna derman û alavên çareseriya pizîşkî û bilindbûna nirxê şîrê zarokan bi sedema dorpêçkirina ku hatî sepandin li ser taxa wan ji aliyê serbazgeh û rêbendên hêzên Bişar yên li derdora taxê, tevî ku hêzên Rijêmê rê nadin derketina kesên nexweş ji bo çareserkirina birînên xwe.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza giringiya aktîvkirina mîkanîzma agirbestê kiriye û daxwaza giringiya aşkerekirina aliyê berpirs yên binpêkirinan dikin û dadgehkirina wan kiriye, û diyar kiriye ku tişta milîsên Rijêmê û bi piştgiriya hevalbendên wê bi xwe ew siyaset tawankariyek e bi armanca kuştin û koçbarkirin û wêrankariê ye, bê hîç rêzgirtinek li rêkeftina agirbestê bibe.
Jêder: Bazinê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê