Desteya giştî ya Berevaniya Sivîl ya Sûrî kongirê xwe yê sêyem lidar xist, di kongir de çend endamên Hevbendiya Niştimanî Sûrî û nûnerên hevalên miletê Sûrî û Berevaniya Sivîl bi taybetî hem jî hin çalakvaniyên xwecihî amade bûn.
Kongir bi parçak hunerî destpê kir, pêşî şehîdên Berevaniya Sivîl Ya Sûrî bibîr anîn, û di pey re giringtirîn karê ko di 2016an de pêkanîne diyar kirin, ku tîmên berevaniya sivîl 85.228 sivîl rizgar kirine, her weha berevaniya sivîl 162 şehîd danîne, ko bi erkê xwe ji bo rizgakirina xelkê rabûne, li ew cihên ko hêzên Beşar û firokên Rûsî bombebaran kirine.
Berevaniya sivîl îro ber bi dezgehkirina vê rêkxistinê ve diçe, bi şêweyekî baştir guncaw be û karibe sûdeyê bêtir bide dema kêmbûna karên sivîlî, û pêşindeya berevaniya sivîl ew e ko karibe mezintirîn hejmara sivîlan li cihên ko têne bombebarankirin ji hêla hêzên Esed û hevalbendên wan rizgar bike, û alîkariya civakên xwecihî bike.
Ji bo rêza karê karkerên berevaniya sivîl û ji bo gihandina derdê miletê Sûrî yê ko di nav cengê û bombebaranê û dorpêçkirinê, koma berevaniya sivîl ya Sûrî ya bi navê (kumên Sipî) ji bo xelata Nobilê ya aştiyê hatibû berbijêrkirin.
Berevaniya Sivîl bêalî û bi mirovantî kar dike û bêyî cudahiyê bike, ne hogirên çi partiyê ne û xizmeta miletê Sûrî dikin, karûbarê wan tenê rizgarkirina xelkê di zûtirîn dem de ye, û nehêle ko bêtir ziyan bigihêne xelkê.
Peyapey gotinên nûnerên dewletan di kongirê sêyem de hatin xwendin, piraniya wan li ser piştgiriya dosya piştgiriya berevaniya sivîl û berdewamiya karê wê yê mirovî axivîn. Û Kongir bi belavkirina mertalên spasiyê bo mêvanan bidawî bû.
Jêder: Birêveberiya Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî