ENKSê di daxuyaniyekê de, kiryarên tirsbelavker yên PYDê di derheqê serkirde û kadiro û cemewarê xwe şermezar kir, û tekez kir ku ev kiryar û siyaset berovajî û dûrin ji piransîpên azadî û demokrasiyê û nakevin di xizmeta doza kurdî de.
Herwiha ENKSê daxwaza xistina fişaran li ser heman partiyê hêzên niştimanî û daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo serbestbrdana sercem girtiyên siyasî yên di girtîgehên wê de, û herwiha daxwaza bidawîkirina kiryarên wê yên hovane li dijî Encûmena Niştimanî û pirojeyê wê yên netewî di vê qonaxa hestyar de ji dîroka Sûriyê kir.
Ji aliyê xwe ve, Şepêla Pêşeroja kurdî di daxuyaniyekê de bal kişand ku Rijêm hêjî li navçeyên kurdî kiryarên xwe yên terorîst pêk tine, siyasetmedarên kurd digre bi rêka çeteyên kurd yên girêdayî rêxistina PKKê û baskê wê PYDê yê li Sûriyê.
“Şepêla Pêşerojê” berpirsyaretiya saxî û silametiya serkirdeyê xwe Fadî Mer’î yê hêjî çarenivîsa wî ne diyar e xist di stûyê milîsên PYDê de, û daxwaz jê kir ku dest ji kiryarên xwe yên bi tenê dikevin di xizmeta rijêma Bişar de berde, û herwiha daxwaz ji sercem çalakiyên siyasî û civakî kir ku kar bikin û fişaran bêxin li ser hemû astên xwecihî û navdewletî ji bo rizgarkirina gelê kurd li Sûriyê ji zilma PKKê û rijêma zordar û ji bo riswakirin û şermezarkirina tawan û kiryarên wan.
Hêjayê gotinê ye ku berêz Fadî Mer’î serkirdeyê Şepêla Pêşerojê û endamê sikirtariya giştî ya ENKSê li ser riya Qamişlo – Girkêlegê ji aliyê çekdarên PYDê ve hat girtin û revandin.
Herwiha li ser destên heman girûpê duhî berêz Hisên Silêman endamê komîta navendî ya PDK-Sê hat revandin li ser durêka gundê (Zexîrê) ya girêdayî bajarokê Çilaxa di dema ku diçû serdana hevalên xwe yên serbestbûyî ji zîndanên PYDê.
ENKSê berpirsyaretiya saxî û silametiya wan xist di stûyê PYDê de û daxwaza srbestberdana wan bilez kir û herwiha daxwaza serbestberdana hemû endam û kadiroyên ENKSê yên hêjî girtî di girtîgehên çekdarên PYDê de kir.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî