Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li Almaniya Dr. Besam Elebdulah dît ku rawestandina kuştarên hovane yên li Sûriyê dibin “erkeke siyasî û yasayî û rewştî yê hevbeş yê civaka navdewletî ye”, û hêviyên xwe anîn ziman ku Yekîtiya Ewropa bi pêngavên berçav ligor heman helwesta Almaniya rabe, ku bi zêdetir ji berpirsyar helwesta wê dît.
Elebdulah îro di daxuyaniyek taybet de tawanên kirêt yên rijêma Esed û Rûsiya li dijî sivîlan şermezar kir, û destxweşî li daxuyaniyên rawêjkara Almaniya Încêla Mêrkel û li wezîrê derve yê wê Firank Şitayinmayir kir û got ku “helwesta Almaniya cêgir û eşkeraye li hember kuştarên di derheqê gelê Sûriyê de nemaze yên li Helebê yên bi alavên şer yên Rijêmê û hevalbenda wê Rûsiya dibin”.
Ku Mêrkel di roja pênşemê de gotibû ku rijêma Esed tawanên hovane li dijî sivîlan bikar tîne û pêwîst e bên rawestandin, û tekez kiribû ku piraniya xelkên Sûriyê yên penaberî Almaniyayê bûne ji ber tawankariyên Esed penaber bûne ne ji ber yên DAÎŞê.
Li aliyek din Ştayînmar bi tundî “zêdegaviyên dijwar yên nû” şermezar kir, wek amaje kirin bi pêla bombebarana hovane ya li Helebê dibe û wêrankirina pênc nexweşxaneyan di mawê 72 demjimêran de, û got “ku her qurbaniyek bêguneh yê nû, û her xwendingehek tê bombebarankirin û her nexweşxaneyek tê wêran kirin, ew xurtkirina ralîteya tundutîjiyê ye bê ku nêzîkahî bi gavekê tenê jî li dawiya vê şêtiyê bête kirin ,yan gihandina çareseriyekê”.
Û gelek navçeyên Sûriyê rastî operasyonên leşkerî yên dijwar hatin, û di heyamê 72 demjimêrên bûrî de 321 şehîd ketin di êrîşên bi mûşek û napalim û gazên jehrawî de, û ji wan 55 zarok û jin û rêjeya 66℅ ji qurbaniyan li Helebê bi tenê bûn ku hejmara wan 211 şehîd bûn .
Herwiha ku duhî wezareta bergiriya Rûsiya ragihand ku wê mûşekên kêşwer yên (Kroz) bikar anîne û herwiha bi pişkdariya firokên “soxoyî SY33” piştî firîna wan ji firokhilgira “Amîral Kozinîstof” ya niha di ava derya sipî de ye”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyî