Enes Ele’bide, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzèn şoreş û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser piransîpên Hevbendiyê li hember her çareseriyeke siyasî li Sûriyê kir, heman piransîpên girêdayî bi piransîpên şoreşgeran û şoreşa Sûriyê re.
Ele’bide, îro roja duşemê di daxuyaniyekê de got ku piransîpa yekem ew e ” divê ti rolek ji tawankar Bişar Esed re û herwiha ji destekên wî yên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, di her qonaxa veguhêz ya rasteqîn de, herwiha di paşeroja Sûriyê de jî tune be “.
Ele’bide cext li ser redkirina her destpêşxeriyekî yan her bizavekî bo mana çarenivîsa gelê Sûriyê girêdayî di destê kujer û tawanbaran de diyar kir , û got ku bi hîç awayekî mana desthilata zordarî û kuştin û tepeseriyê ya tawanbar ya bidehên salan maye nayê qebûlkirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, got ku “hîç kar û destpêşxeriyekî qebûl nakin bo mana rêjîmê û serokê wê, û herwiha her dezgehek ji dezgehên wê weku aliyê çareseriyê, herwiha ku hevdîtina me digel her aliyeke Sûriyê, ji ber ku baweriya me bi giringiya hevdîtin û têkiliyên berdewam di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de, û parastina piransîpên şoreşa gelê me tê “.
Ele’bide carek din bi navê Hevbendiyê dagîrkariya Rûsiya û Artêşa wê ya tawankar û hevalbendiya wê digel rêjîma Esed û hêzên şerxwaz yên Îranê re şermezar kir, herwiha hişyarî da hemû aliyên herêmî û yên navdewletî, ku hemû hewlên şikandina îradeyeya xelkê Sûriyê wê têk biçin, û ew hewl wê dibin lingê xelkê Sûriyê de yê biryara rizgarkirina xwe daye bişikin.
Jêder: Hevbendî