Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide diyar kir ku rêjîm Esed hin girtî serbestkirin bi mercên tevlîbûna wan di nav hêzên Esed de di dema bên berdan, wek amajekirinek li ser raportên hatîn ji zîndana E’dera ya navendî li nêzîk Şamê.
Herwiha Serokê Hevbendiyê li ser metirsiya wek vê raportê anî ziman, hevdem daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bona “standina helwestek rijd ji hewl û reftarên rêjîma Esed yên kirêt yên bikartîne li hember fayîlê girtiyan”.
Ele’bide diyar kir ku raportên destpêkî amaje bi serbestberdana 100 heta 150 girtiyan dikin yên lipêk vî mercê hatîn berdan û yekser berê wan dane çeperan li Heleb û Qamişlo.
Ele’bide bal kişand ku dibêjin ku yên hatine berdan ne girtiyên siyasî ne û bi piranî ew tawanbarên bi doseyên tawanan nemaze yên bi tawanên keresteyên hoşbiriyê.
Ele’bide nîgeraniya xwe nîşan da li hember van raporta û daxwaz ji civaka navdewletî kir bi standina helwestekê vebir ji manor û reftarên rêjîma Esed li hember bikaranîna girtiyan ji bona berjewendî û niyazên xirab.
Jêder: Hevbendî + Royîterz