NY bombebarankirina bajarê Dareya li gundewarê Şamê bi bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rêjîma Esed şermezar kir, ku ev bombebarankirin yekser piştî çend demjimêran hat piştî gihiştina yekemîn karwanên alîkariyên mirovî ji bona xelkê Dareya re her ji sala 2012an ve.
Îstîvan Dugrîk, berdevkê fermî yê sikirtêrê giştî yê NY Bankî Mon, di daxuyaniyek rojnamevaniya de li Niyoyork got: “em êrîşa li ser Dareya şermezar kir; û ev tişt nayê qebûl kirin. û êdî gelek zehmete tişta xelkê Sûriyê tehmil dikin, em niha danustandinanê dikin li ser rakirina dorpêçkirina sivîlan; û gihandina alîkariyên mirovî ji wan re”.
Têzanîn ku duhî hilîkopterên rêjîmê rabûn bi bombebarankirina Dareya bi 68 bermîlên teqîner.
Berdevkê karubarê mirovî yên NY, Yenîs Larkiyê di daxuyaniyek rojnamevanî de îro li Jinêvê got ku “karwanên NY û yên rêxistina heyva sora Sûrî, derbasî Dareya bûn bi barên keresteyên xwarinê û pêdawîstiyên pizîşkî û kelupelên paqijiyê, bo nêzîkî 2400 kesî”.
Ku berî niha rêjîma Esed rê girtibû li pêş derbasbûna dermanê şewtandinê û dermanê çareserkirina nexweşiyên ne vegir û dijî zindiyan û vîtamîn’.
Herwiha ku “Tora Sûrî ya mafên mirov” di raportê kî de roja çarşemê avêtina 974 bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rêjîma Esed di heyva gulana bûrî de.
Jêder: Hevbendî + Wekalat