Mezintirîn pirsgirêk ko Penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê dibînin, buhabûna nenormal ya kiriya malan e, ji ber xwedanê malan li bajarên Herêmê her wiha delalên ko xaniyan ji bo kirê dibînin mijarê delîve dikin, êdî bi hezaran penaberên li bajar û taxên herêmê niştecih dibin ziyanê dibînin.
Penaberên ko li bajar û gundên derdora bajêr, mecbûrin ko navbera 300 heta 700 dolarî mehane kiriya xanî bidin. Ev hejmar beraber mûçe pir mezin e.
Penaber Sîpan Ismaîl Fetah di hevpeyivînekê digel malpera me ko bavê du keçikan e gazinan ji rewşa kiriya xaniyan dike, ko evê yekê jî hişt ko bi hezaran ji herêma kurdistanê ber bi Ewropa ve biçin, bi taybetî gelek derfetê kar li herêmê nîn in.
Sîpan destnîşan kir ko desthilata herêma Kurdistanê ji çend mehan ve biryarek bi kêmkirina kiriya xaniyan 30% derxist, xaniyên ko sala 2015an hatine kirêkirin, lê çi pabendî bi biryarê ve nîn e
Ji aliyekî dî ve penaber derdê delîvekirina xwedanê xaniyan ji rewşa wan re ji yên ko cih li kampan nabînin an jî jiyana kampan naecibînin, xwedanê malan kirê su an sêqat dikin.
Jêder: Hevbendî