Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes El’ebide, diyar kir ku Hevbendî bi rêka saziyên xwe kar dike, ji bo giringîdan bi navçeyên rizgarkirî bi rêka piştgirîkirina hindek pirojeyên geşepêdanê da jiyan û seqamgeriyê bo wan navçeyan vegerîne, nemaze ku hindekî rewş aram bûye ji ber rêkeftina agirbesta rawestandina karên dijminkarî.
Ev peyva El’ebide îro roja pêncşemê hat di hevdîtinekê de li Xazî Entabê, bi hevalîniya heryek ji sikirtêrê giştî yê Hevbendiyê Ebdulîlah Elfehed û şandek ji desteya serokayetiyê û desteya siyasî digel rêveberiya Yekîneya Hevahengiya Piştgiriyê, û di hevdîtinê de sercem karên Yekîneyê û pirojeyên wê yên geşepêdanê û yên pizîşkî yên niha Yekîne bicih dike, bi hevpariya encûmenên xwecihî û navendên xizmetgozariyê yên di navçeyên rizgarkirî de hatin pêşandan.
Ku ew piroje heryek ji bernameya vaksîndana nehêlana falinca zarokan bi xwe ve digire, ku niha li heft parêzgehan tê bicihkirin, li parêzgeha Helebê, Idlib, Hema, Laziqiyê, Dêrazorê, Reqa, Hesekê, tevî vaksîndana ji bo nexweşiya Sorikan ku li ser du qonaxan dibe li heryek ji bajarê Îzazê û Cisr Elşixûr.
Ji aliyê xwe ve, karmendên bernameya hişyarîdanê û bersivdana bizû ya nexweşiyan bi şirovekirina karê bernameyê yê ku li bakurê Sûriya niha dest bi kar kiriye rabûn, tevî Sindoqa Çile û bernameyeke nû bo nirxandina pêdawîstiyan, herwiha bernameyê “Genim” hat nimayîşkirin yê ku kar ji bona peydakirina ardê nan bi dirêjahiya salê ji navçeyên rizgarkirî re dike, û bi parastina nirxê wî dirabe.
Hêjayê gotinê ye ku şanda Hevbendiyê wê sibe digel nûnerên encûmenên xwecihî bicive û wê serdana hin kampên penaberên Sûriyê yên li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bikin.
Jêder: Hevbendî