Şêwermendê Şanderê Navnetewî bo Sûriyê, Jan Egeland, tekez kir ku rêjîma Esed 15 deveran dorpêç dike, û nahêle ku madeyên xwarinê û alavên pijişkî derbasî wan deveran bibin.
Egeland di kongreyekî rojnamevanî de roja Pêncşemê 7 Nîsanê, ragihand, ku ji ber rewşa li hin deverên Sûriyê nahêlin ku nexweş û birîndar heta niha rizgar bibin.
Şêwermendê De Mistura anî ziman ku, Neteweyên Yekbûyî bihêvî ye ku 5 hezar nexweş û birîndarên dorpêçkirî li her yek ji Medaya û Zebedanî di heyama heftiya bê rizgar bibin.
Egeland mirina sê ciwanan li Medaya eşkere kir, û got:”Me sê ciwan jideast dan li Medaya, ji ber ku me nikarîbû alîkariya pijişkî ji bo wan pêşkêş bikin.”
Berpirsê navnetewî destnîşan kir” Piştî heft rojan ji hewildanê bi rêjîma Esed re, me nikarîbû alîkariyan bighînin deverên dorpêçkirî“
Jêder: Hevbendî