Ketîbeyên şoreşvanan nîvroja îro, çekdarên rêkxistina DAIŞ a terorîst ji devera Embaran û hin xal û avahiyên din li bajarokê El- Ra’î yê li ser sînorê Tirkiyê li Gundewarê Helebê yê bakur derxist.
Herwiha berya niha, şoreşvanan şerek ragihandibûn ji bo kontrolkirina bajarokê El-Ra’î, û derdora wî, yên ku ji giringtirîn baregehên rêkxistina navborî ne li Gundewarê Helebê, ku wan baregehan ji bo êrîşên xwe li ser gundên di jêr kontrola ketîbeyên şoreşvanan bikar tîne.
Şoreşvanan di destpêkê de bi tivingên giran û bombeyên rokêtî û topxaneya giran li ser deverên rêkxistinê li her du bereyên bakur û rojava bikar anîn, û bi dehan ji çekdarên DAIŞê kuştin û dîl girtin, û beşek ji endamên wê rêxistinê xwe vekişandin sentera bajarok di dema topbarankirina şoreşvanan de.
Bi vê yekê, her yek ji gundên El-Xirbê, Bixêdîn, Kargeha Xazê ya Kemaliyê, Yenî Yeban, Qere Koberî, Qere Koz, El-Xilfetî, Merxel, Dodyan, Til-Betal-, El-Ehmediyê, Tata Humis, Til Şe’îr, Qesacik, Bexçeyên Şahîn, û hin gundên din ketin destê şoreşvanan.
Ketîbeyên şoreşvanan piştî kontrolkirina 20 gundan dixwazin deverên sînorî kontrol bikin, û DAIŞê ji tevahiya Gundewarê Bakurê Helebê derxin.
Herwiha Artêşa Azad a Sûrî karîbû di riwê êrîşên hêzên rêjîma Esed û Pasdarên Îranî û milîsên mezhebî de raweste li her du deverên El-Zirbe û Xan Toman li Gundewarê Helebê yê başûr,û 15 kes ji wan kuştin herwiha 5 çekdarên milîsên Pasdarên Îranî jî.
Herwiha şer û pevçûnên giran di dirêjahiya şeva borî de û heta seatên sibehê derketin, piştî hewildana hêzên rêjîmê bo dubare kontrolkirina bajarokê El-Îs yê stratejîk, ji herdu bereyên El-Zirbe û Embarên Xan Toman, di dema topbarankirina asîmanî û topbarankirina bi topxaneyên bi awayekî himbiz ku Rûsya jî beşdar bû.
Ji aliyê xwe ve, Tevgera Ehrar El- Şam kuştina hin çekdarên Hizbulaha terorîst di heyama şer û pevçûnan de ragihand, û çalakvanan destnîşan kirin ku serkirdeyê operasyonê yê ser bi rêjîma Esed ve ligel çend çekdarên rêjîmê li derdora bajarokê El-Îs hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî+ Hin Ajans.