Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî Enes El’ebde, tekezî kir ku rikberiya Sûrî ti çareseriyên siyasî, eger rola Esed tê de hebe, ne di qonaxa veguhêz de û nejî di Sûriya pêşerojê de napejirîne.
Û di serdaneke xwe de ji bo yek ji navendên çareserkirina birîndaran li bajarê El-Rîhaniyê, doh pêncşembê, El-‘Ebde hevdîtinek bi hin birîndarên ku ji bajarê Zebedanî û Medaya, di encama rêkeftina ku di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de çêbû hatibûn derxistin pêk anî, tê de bixurtî tekez kir ku rikberiya Sûriyê ti carî di mafê gelê Sûrî de der barê bidestxistina mafên xwe yên rûmet û azadiyê nabuhûre.
Û El-Ebde xweragiriya şoreşgerên Zebedanî û şoreşgerên li tevaya deverên Sûriyê, û rawestana wan li hemberî êrîşa ser bajarê Zebedanî ji aliyê rêjîma Setemkar û milîşiyên tayfeperest û di serî de Pasvanên Şoreşger yên Îranî û Hizbullah ya terorîst bilind nirxand.
Û birîndaran ji hêla xwe ve, bang dan saziyên Navdewletî û yên mafên mirovan , ji bo bizavê bikin da wan vegerînin malên wan û dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî hilînin û alîkariyên mirovî bigihînin wan, û berdewam bin di derxistina birîndaran de nemaze yên rewşa wan xerab e û çareseriya bijîşkî ji wan re nîne, ji encama dorpêçkirina ku hêzên Esed û yên hevalbendên wî pêk tînin.
Jêder: Hevbendî